15:58 23 Mijdar 2017
Zindî
    Racî Bîlîcî

    Raci Bilici: ‘Hikûmet tolê ji mamosteyan hiltîne'

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4610

    Mamosteyên ji hêla Wezareta Perwerde ya Tirkiyê ji kar hatin avêtin roja çarşemê serî li dozgeriyê didin da ku doz bê vekirin û karibin vegerin wezîfeya xwe. Herwiha li gorî plansaziya wan heke ev pirsgirêk çareserî nebe wê dest bi greva birçîbûnê jî bikin. Raci Bilici diyar dike ku hikûmet tolê ji mamosteyan distîne.

    Ferid Demirel

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Perwerde ya Tirkiyê hefteya borî ji bo 11 hezar û 500 mamosteyan biryara dûrxistina jikar stand ku bi îdiaya têkiliya wan bi PKKê re heye. Di nava van mamosteyan de nêzîkî 10 hezar mamoste endamên Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê (Egitim-Sen) bûn ku bêhtir mamosteyên kurd dibin endamê vê sendîkayê.

    PARÊZGEHA AMEDÊ NÛÇE DEREWAND

    Piştî biryarê li gelek deveran mamosteyan dest bi çalakiyên rûniştinê kirin û biryar protesto kirin. Li Dêrsimê Wezaretê biryara xwe guherand û ji 504 mamoste û karmendan 419ê careke din dest bi kar kirin. Ji bo 4 hezar û 350 mamosteyên

    Amedê jî heman zanyarî hate belavkirin lê Parêzgeha Amedê ev zanyarî derewand û diyar kir ku lêpirsîna derbarê mamosteyan de berdewam dike.

    Vê rewşê bandora xwe li ser yekemîn roja destpêkirina sala nû a perwerdeyê jî kir. Ji ber mamoste ji kar hatin dûrxistin li hin bajarên kurdan malbatan jî rewş protesto kirin û zarokên xwe neşandin dibistanan.

    Lê bi giştî ji ber kêmasiya hejmara mamosteyan li gelek bajarên kurdan xwendekar nekarîbûn bikevin dersên xwe. Yek ji mamosteyên ku ji kar hatiye dûrxistin jî Serokê Komeleya Mafên Mirov (İHD) a Amedê Raci Bilici ye.

    Bilici rewşa dawî û sedema jikardûrxistina mamosteyan ji Sputnik Kurdistanê re şîrove kir. Raci Bilici dibêje wan îro çûne agahdarnameyên jikardûrxistinê standine û derbarê rewşê de diyar dike ku li Amedê bi giştî ders vala derbas dibin. Bilici rêjeya vê rewşê di navbera sedî 40 û 60an de dide.

    ‘HER BIÇE WÊ PIRSGIRÊK ZÊDETIR BIBIN'

    Bilici li hemberî daxuyaniyên Wezîrê Perwerde ya Tirkiyê û Serokwezîrê Tirkiyê derdikeve ku dibêjin ti pirsgirêk tîne û wiha dibêje: "Çiqas diçe pirsgirêk zêdetir dibe. Ji ber ku îro roja yekemîn bû. Dibêjin ku ‘Em ê 40 hezar mamoste ji aliye rojava bînin wê derê'. Ev dûrî realîteyê ye. Ne mimkun e"

    ‘EM Ê TÊKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ JÎ'

    Navenda Giştî ya Sendîkayê diyar kiribû ku wê rêzeçalakiyan lidar bixin. Raci Bilici jî dibêje ew ê 21ê Îlonê roja çarşemê serî li dadgehê bidin ku careke din karibin vegerin ser wezîfeya xwe û rewşa ku derketiye holê wiha dinirxîne: "Li gorî nêrîna me tiştekî kêfî ye û tolhildan e. Ji berê de li ser sendikaya me, li ser me û li ser kesên muxalif daima zext û zorî hebûn. Daîma lêpirsîn hebûn. Kesên ku di ezmûnan de biser diketin mafên wan ji destên wan distendin. Nedixwestin bibin midûr an jî alîkarê midûr. Ev têkoşîn wê bidome. Em ê roja çarşemê serî li dozgeriyê bixin. Em ê dozê vekin. Em ê heta greva birçîbûnê jî biçin."

    ‘MAMOSTE LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN ASÎMILASYONÊ DERDIKETIN'

    Raci Bilici sedema jikarderxistina mamosteyan ku bi gelemperî mamosteyên kurd in bi polîtîkayên hikûmetê yên asîmilasyonê ve girêdide. Li gorî nêrîna wî ji ber ku mamoste li hemberî perwerdeya asîmilasyonê, li hemberî polîtîkayên şer û red û înkarê derketine ji kar hatine avêtin.

    Bilici herwiha dibêje ku li Amedê 10 hezar endamên Egitim-Sen ê heye û hikûmetê ji ber ku nekarîbû di carekê de hemîyan ji kar biavêje 4 hezar û 500 kes ji kar avêtiye û xwestiye mesajê bide yê din jî.

    Bi heman mijarî:

    Dibe ku ji 130 hezaran zêdetir mamoste ji kar bêne dûrxistin
    Bi giştî 8 hezar û 330 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    Li Dêrsimê 418 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    11 hezar mamoste bi îdiaya têkiliya wan bi PKKê re heye ji kar hatin avêtin
    Li Wanê 4 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    Etîketan:
    tolhildan, kurd, mamoste, Parêzgeha Amedê, Wezareta Perwerdeya Tirkiyê, Serokwezareta Tirkiyê, Egitim-Sen, Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyayê (IHD), Sputnik Kurdistan, PKK, Raci Bilici, Dêrsim, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de