10:33 24 Hezîran 2018
Grêva birçîbûnê

Endamên ENKSê li Rojava grêva birçîbûnê bi dawî kirin

© Foto : Basnews
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li ser daxwaza malbatên girtiyan û Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS), gireva birçîbûnê ya li Rojavayê Kurditanê bidawî bû.

Navenda Nûçeyan — Emîndariya Giştî ya ENKSê li bajarê Qamişlo konferanseke rojnamevanî lidar xist û tê de hat ragihandin ku li ser daxwaza malbatên girtiyan îro li hemû bajar û bajarokê Kurdistana Sûriyeyê dawî li çalakiya greva birçîbûnê tînin.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Mihsin Tahir di konferansê de got. "Em wek ENKSê dawî li çalakiya gireva birçîbûnê tînin, lê em çalakiyên xwe yên aştiyane berdewam dikin, heta girtiyên me ji girtîgehên PYDê de serbest tên berdan."

Herwiha Serokê Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo Şemdîn Nebî ku bi xwe yek ji girevgirtiyan bû, spasiya rojnamevan û dezgehên ragihandinê kir ku rewşa çalakiya gireva birçîbûnê dişopandin. Her wiha got ku ew biryara Emîndariya Giştî ya ENKSê li ser xwe qebûl dikin û daxwaz kir ku girtiyên ENKSê ji zîndanan serbest bêne berdan.

 

 

Bi heman mijarî:

ENKS amadekariyên kongreya xwe ya çaremîn dike
Lêkolîner Sîpan Seyda: Divê ENKS û PYD li dijî rejimê bibin yek!
ENKS bangî civata navdewletî kir: Fişarê li Esadî bikin ta li Hesekê nexîne
ENKS bi Balyozê Rûsyayê re dicive
ENKS li Hewlêrê serdana balyozxaneyên hinek dewletan dike
Etîketan:
Grêva birçîbûnê, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyayê (ENKS), Şemdîn Nebî, Mihsin Tahir, Rojava, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de