03:07 23 Îlon 2017
Zindî
    Abdullah Zeydan

    Wekîlê HDPê Zeydan: AKPê xwe înkar kiriye

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2710

    Wekîlê Colemêrgê yê HDPê Abdullah Zeydan rexne li tayînkirina qeyûmê ya ji bo Şarederiya Colemêrgê û li desteserkirina 27 kesên ku li avahiya DBPê dest bi girêva birçîbûnê kirin, girt û got "AKPê gule bera lingê xwe da."

    Navenda Nûçeyan — Wekîlên Colemêrgê Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan bi komek pratiyî re serdana avahiya bajêr a DBPê kirin û li vir daxuyaniyek da. Abdullah Zeydan li vir axaftinek kir û di axaftina xwe rexne li biryarnameyên di hikmê yasayê de girt û parast ku hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê bi biryarnameyan tenê dest guherandiye û bi destê AKPê dewam dike.

    Zeydan di dewama axaftina xwe de got "AKP bi van pêkanînan xwe bi xwe înkar kiriye. AKPê bi van pêkanînan gule bera lingê xwe daye. AKP îro bi tunehesipandina îradeya gel, bi tayînkirina burokratekî li ser îradeya gel neheqiya herî mezin lixwe kiriye û xwe îkar kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Li Pirsûsê gel bertek nîşanê qeyûm dan û alozî derket: 4 desteserkirî
    Ji bo 28 şaredariyan qeyûm hatin tayîn kirin
    Nûnera YEyê ji bo tayînkirina qeyûman daxuyanî da
    CHPê li Amedê tayînkirina qeyûman nirxand: Sextekarî ye
    HDP: Em derbeya qeyûman qebûl nakin
    Etîketan:
    biryarnameya di hukmê yaseyê de, rexne kirin, DBP, Wekîlê Colemêrgê yê HDPê, Nihat Akdogan, Abdullah Zeydan, Colemêrg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de