15:49 20 Îlon 2017
Zindî
    ASAyê leşkerên DYAyê qewitand ku ji bo operasyona El Babê li Raiyê bûn

    ASAyê leşkerên DYAyê qewitand ku ji bo operasyona El Babê li Raiyê bûn

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    29 leşkerên DYAyê ku ji bo piştgiriya operasyona El Babê çûbûn Raiyê ji hêla endamên ASAyê ve hatin protestokirin û qewitandin. Di navbera leşkerên DYAyê û endamên ASAyê de gengeşî derket û leşkerên DYAyê neçar man ku vegerin Tirkiyê.

    Kilîs — Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên ASAyê hatine bidestxistin 29 leşkerên Fermandariya Hêzên Taybet ên DYAyê destê sibê ji bo piştevaniya operasyona El Babê bikin hatin Raiyê. Lê li vir rastî berteka ASAyê hatin.

    Leşkerên DYAyê li gel leşkerên tirk çûne Raiyê, lê li vir ji hêla komên Nureddîn Zengî, Ceyşul Tahrîr, Eniya Şam û Lîwaya Sûltan Mûratê hatin protesto kirin. Endamên van koman sloganên weke ‘Amerîka ji Sûriyê bicehime', ‘Yek rê heye Islam û rêya Muhammed' e avêtin. Endamên ASAyê bi çekên xwe çûne ser leşkerên DYAyê û leşkerên tirk ketine navberê. Leşkerên DYAyê ji Raiyê derketin û hatin Tirkiyê.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk û ASA ketin El Babê
    Amerîka rê dide operasyona El Babê
    ‘DAIŞ li El Babê Kurdan bi saxî dişewitîne'
    Leşkerên DYAyê li Raiyê ne
    Tankên Tirkiyeyê ketin Raiyê
    Etîketan:
    protesto, Fermandariya Hêzên Taybet ên DYAyê, Lîwaya Sultan Murad, Eniya Şamê, Nûreddîn Zengî, Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA), artêşa tirk, El Bab, Raî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de