14:48 19 Îlon 2017
Zindî
    El Bab

    Artêşa tirk û ASA ketin El Babê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9310

    Artêşa tirk û endamên ASAyê di çarçoveya operasyona 'Mertalê Feratê' de dest bi operasyona El Babê kirin. Di çarçoveya operasyonê de balafirên şer ên artêşa tirk û topên obusê çeperên DAIŞê bombebaran kirin. Hate zanîn ku 200 leşkerên tirk û 2500 endamên ASAyê beşdarî operasyonê dibin.

    Hikmet Durgun

    Kilîs — Li gorî zanyariyan Artêşa tirk û komên bi ser Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) girêdayî yên weke Nûreddîn Zengî, Ceyşul Tahrîr, Eniya Şamê, Lîwaya Sûltan Mûratê û yên din di çarçoveya operasyona ‘Mertalê Feratê' de ketin El babê. Artêşa tirk û endamên ASAyê bi rojane amadekarî ji bo vê operasyonê dikirin û ji bo operasyonê 29 leşkerên Hêzên Taybet ên DYAyê tevlî helîkopterên leşkerî û wesayitên bizirx derbasî Raiyê bûn. Di çarçoveya operasyonê de balafirên artêşa tirk û bi obusan êrîş birin ser çeperên DAIŞê. Herwiha di heman çarçoveyê de destê sibê gelek tangên tirk, wesayitên bizirx, ambulans û leşkerên tirk çûn bajarokê Raiyê.

    ABD askeri Çobanbey’de
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    'DI NAVBERA KOBARÊ Û EFRÎNÊ DE YE'

    200 leşkerên artêşa tirk, 2500 endamên ASAyê ji başûrê Raiyê ber bi El Babê diçin. Li derdora gundên Kefergan û Havahoyukê di navbera DAIŞê û ASAyê de şer diqewime û DAIŞ topên hawanê û moşekan diavêje çeperên ASAyê yên Raiyê.

    El Bab li bakurê Helebê dikeve û 45 km dûrî Helebê ye ji ber vê ji bo ASAyê bajarekî girîng e. Herwiha di navbera Kantonên Efrîn û Kobanê de cî digire. Heke ku artêşa tirk û ASA vê derê bidest bixin wê her du kanton nekaribin bigihêjin hev.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka rê dide operasyona El Babê
    ‘DAIŞ li El Babê Kurdan bi saxî dişewitîne'
    Piştî Cerablûsê hedefa ASAyê El Bab e
    Tankên Tirkiyeyê ketin Raiyê
    Etîketan:
    Operasyona Mertalê Feratê, Lîwaya Sûltan Mûrat, Nûreddîn Zengî, Hêzên Taybet ên DYAYê, Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA), Eniya Şamê, artêşa tirk, DAIŞ, Raî, El Bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de