12:15 26 Îlon 2017
Zindî
    ABD askeri Çobanbey’de

    Leşkerên DYAyê li Raiyê ne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Di demeke wisa de ku Tirkiye di çarçoveya operasyona ‘Mertalê Feratê’ de amadekariyên standina bajarê El Babê ji DAIŞê dike, 29 leşkerên bi Fermandariya Hêzên Taybet ên DYAyê ji bo alîkariya operasyonê hatin Raiyê.

    Hikmet Durgun

    Kilîs — Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin Tirkiyê amadekariya standina bajarê El Babê ji DAIŞê dike. Di vê navberê de 29 leşkerên amerîkî yên Fermandariya Hêzên Taybet ji bo beşdariya operasyonê hatine bajarokê Raiyê. Hate zanîn ku 4 ji wan fermandar in.

    Leşkerên DYAyê bi helîkopterên leşkerî hatin herêmê û ji hêla endamên Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) ve hatin pêşwazîkirin. Herwiha wesayitên bizirx ên leşkerên DYAyê ji sînorê Oncupinarê anîn bajarokê Raiyê. Ji ber êrîşên DAIŞê hatina leşkeran gelek bi dizî pêk hatiye û wê di operasyonê de ne di eniya pêşîn lê di ya duyemîn de bin.

    Bi heman mijarî:

    Terorîstên DAIŞê dîsa ketin bajarokê Raî yê Helebê
    Tankên Tirkiyeyê ketin Raiyê
    Amerîka rê dide operasyona El Babê
    ‘DAIŞ li El Babê Kurdan bi saxî dişewitîne'
    Etîketan:
    operasyon, Hêzên Taybet ên DYAYê, Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA), DAIŞ, Deriyê Gumrukê yê Oncupinarê, Raî, El Bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de