14:03 26 Îlon 2017
Zindî
    Teqîna li mîtinga HDP

    Doza êrîşa mitînga HDPê wê li Enqereyê lidar bikeve

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Midûriyeta Emniyetê ya Amedê li ser pirsa derbarê doza êrîşa mitînga HDPê ya li Amedê îdia kir ku heke doz li bajêr lidar bikeve dibe weke yên Kobanê çalakî çêbibin. Walîtiyê û Serdozgeriya Komarî jî di heman çarçoveyê de nêrîn diyar kirin. Ji ber vê rewşê wê doz li Enqereyê bê dîtin.

    Navenda Nûçeyan — Îdianameya derbarê êrîşa bombeyî ya di hezîrana par de li Amedê li hemberî mitînga HDPê pêk hat ji hêla 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. Di vê navberê de biryar hate standin ku ji bo dosye ji ber hinceta ewlekariyê li ciyekî din bê dîtin ji Wezareta Dadê re bê şandin.

    Di nivîsa barkirina dosyeyê ya ji hêla dadgehê ve hatiye nivîsandin de hate îdiakirin ku heke dosye li Amedê bê dîtin dibe ke çalakiyên provokatîv, bûyerên asayişê derkevin û hin kom werin beramberî hev.

    Dadgehê wiha gotiye: "Ji ber ke wê doz ji hêla medyayê û saziyên sivîl ve ji nêz ve bê şopandin û ji ber ku dema doz li Amedê bê dîtin wê ji bo ewlekariya civakê xetere çêbibe, tika ye ku doz ji bo ciyekî din bar bikin".

    ‘DIBE KU BÛYERÊN WEKE YÊN KOBANÊ ÇÊBIBIN'

    Piştî şandina dosyayê ji Midûriyeta Giştî ya Karê Ceza ya Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarî ya Amedê jî hate pirsîn.

    Serdozgeriyê ji Walîtiyê re nivîs nivîsand û pirsî ku gelo dema doz li Amedê bê dîtin dibe ku xetere çêbibe an na. Midûriyeta Emniyeta Amedê jî di 12 Nîsana 2016ê de diyar kir ku barkirina dozê wê baştir be.
    Di nivîsa li ser navê Midûrê Emniyetê Adnan Taştan de bûyerên di dema êrîşên DAIŞê yên li ser Kobanê de li Tirkiyê û bajarên kurdan derketine holê hatiye bibîrxistin û wiha hatiye gotin: "Di saetên kar de lêpirsîna GBTê ya kesên ku dikevin avahiya edliyeyê nayê çêkirin. Dema ku taybetmendiya doza behsa wê têkirin em difikirin tên pêşbînikirin ku dibe alîgirên rêxistina terorê yên weke PKK/KCK û DAEŞ/IŞİDê û endamên rêxistinê provoke bikin, di ketin û derketina avahiyê de ne mimkun e ku endamên rêxistinê û alîgirên wan bên testpîtkirin, ji ber ku gelek mexdûrên dozê hene, ji ber ku wê ji hêla raya giştî ve ji nêz ve bê şopandin, ji ber ku wê medya ciyekî berfireh bide bûyerê û bibe sedema ku hin hesasiyet çêbibin, dibe ku çalakiyên mîna yên Kobanê çêbibin." Midûreyeta Emniyetê ji ber van sedeman dixwaze ku doz ji Amedê bê barkirin.

    Herwiha Waliyê Amedê Huseyin Aksoy û Serdozgerê Komarî yê wê demê Ramazan Solmaz jî di heman çarçoveyê de daxwaza barkirina dozê kirine.

    Li hemberî vê rewşê parêzera mexdûran Keziban Yilmaz daxwaznameyekê nivîsand û li hemberî vê rewşê derket. Piştî ku nêrîna aliyan hate standin 5emîn Daîreya Ceza ya Yargitayê biryar girt ku doz li Enqereyê bê dîtin.

    Etîketan:
    Çalakiyên Kobanê, doza teqîna mitînga HDPê, Midûriyeta Emniyeta Amedê, Serdozgeriya Komarî ya Amedê, Midûriyeta Giştî ya Karê Ceza ya Wezareta Dadê, IŞİD, KCK, PKK, DAIŞ, Keziban yilmaz, Huseyin Aksoy, Adnan Taştan, Enqere, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de