20:39 24 Îlon 2017
Zindî
    Binçavkirin, operasyon

    Li Stenbolê operasyona DAIŞê: 24 kes hatin desteserkirin

    © Foto: AA / Erhan Elaldı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li Stenbolê li hemberî DAIŞê operasyon hate lidar xistin. Hate îdiakirin ku kesekê sûriyeyiyê yê bi navê Azzov K. jî di nav de 23 kesên biyanî bi hinceta peydakirina madeyên teqemeniyê hatine desteserkirin.

    Stenbol — Li gorî zanyariyan ekîbên bi ser beşê têkoşîna dijterorê û istixbaratê yên Midûriyeta Emniyeta Stenbolê li ser istixbarata ku wê DAIŞ çalakiyan lidar bixe dest bi operasyonê kir.

    Di çarçoveya operasyonan de derkete holê, kesekî sûriyeyê bi navê Azzov K li navçeya Kuçukçekmeceyê li lokalelê xwe veşartiye ku hate îdiakirin ji endamên rêxistinê re madeyên teqemeniyê peyda dike.

    Di operasyona li hemberî vir de Azzov K û 23 kesên biyanî hatin desteserkirin. Derkete holê ku 9 kes ji wan di rêxistinê de di asta berpirsiyariyê de ne û 15 kes jî ji bo ku biçin herêmên şer ji welatên xwe hatine Tirkiyê.

    Ciyê ku lê hatine girtin jî ew ciye ku endamên rêxistinê li wir kom dibin û razne û doşek li wir hatine bicî kirin.

    Herwiha li heman ciyî gelek dokumanên rêxistinê hatine dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyon
    Li Dîlokê operasyon: 4 terorîstên DAIŞê hatin girtin
    Li Meraşê operasyon, 7 endamên DAIŞê hatin girtin
    Li Stenbolê operasyon: 66 endamên DHKP-C û DAIŞê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    desteserkirin, operasyon, Midûriyeta Emniyeta Stenbolê, DAIŞ, Azzov K, Kuçukçekmece, Tirkiye, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de