12:02 26 Îlon 2017
Zindî
    Binçavkirin - Girtin

    Bi îdiaya ku amadekiriya çalakiya li hemberî balyozxaneyan dikirin 4 kes hatin girtin

    © Sputnik/ / Vitaliy Ankov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Piştî ku nûnertiyên Almanyayê û Îngiltereyê yên li Tirkiyê hatin girtin, di çarçoveya îstixbarata ku wê DAIŞ êrîşî bibe ser balyozxaneyên her du dewletan de 4 kes hatin girtin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî zanyariyên ji rayedarên Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê hatine girtin, di çarçoveya wê îstixbarata hatiye standin de xebat hate kirin u tê gotin wê rêxistin di navbera 13 û 17 Îlonê d li hemberî balyozxaneyên Almanya û Îngiltereyê çalakiyê li dar bixin.

    Di encama xebatên hevbeş ên Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirkiyê û saziyên welatên têkildar de li Enqereyê 3 kes, li Stenbolê jî kesek hate desteserkirin. Lê ti têkiliya van kesan bi rêxistinên terorê re nehate tespîtkirin.

    Rayedarên Wezaretê diyarkirin ku li gorî zanyariyên balyozxaneyên her du welatan dane wan, gefxwarineke taybet nîne lê bi hinceta rewşa ewlekariyê wê ji bo bergiriyê balyozxane bên girtin.

    Bi heman mijarî:

    Balyozxaneya Brîtanya bi sedema ewlehiyê sibê girtiye
    Ji ber ewlekariyê pêşangeha CeBITê ya Stenbolê çênabe
    Konsolxaneyên Fransayê yên li Tirkiyê ji ber ewlekariyê hatin girtin
    Li Stenbolê li ber konsolosiya Elmanyayê tedbîrên ewlekariyê hatin standin
    Etîketan:
    êrîş, çalakî, balyozxane, Balyozxaneya Îngiltere ya li Stenbolê, Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirkiyê, Balyozxaneya Almanya ya Enqereyê, DAIŞ, Îngiltere, Enqere, Stenbol, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de