22:22 24 Îlon 2017
Zindî
    Polês - operayon - şer - îdiaya infazê

    Li Agirîyê şer: Hejmara miriyan gihişte 10an

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11310

    Hat ragihandin ku li navçeya Bazîdêya Agiriyê di navbera leşkerên artêşa Tirkiyeyê û hêzên PKKê de şer derket û di encamê de 7 cerdevan, 2 leşker û cerdevanekî kevin hatin kuştin û komeke leşker û cerdevan jî birîndar bûn.

    Agirî — Li navçeya Bazidê ya Agiriyê duh saet derdora 20.30an de endamên PKKê êrîş birin ser xala cerdevan û leşkeran. Di encama êrîşê de destpêkê 7 cerdevanan û leşkerekî jiyana xwe ji dest dan. Herwiha yek jê bi giranî 4 leşker û 2 cerdevanên kevin jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê.

    Di vê navberê de di saetên sibê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişte 10an. Li gorî zanyariyên dawî di encama şer de 7 cerdevan, cerdevanekî kevn û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

     

    Bi heman mijarî:

    Operasyonên siyasî -Polêsan li Agirî, Amed û Çewlikê 19 welatî desteserkirin
    Li Agirî, Mûş û Erzeromê 26 kes hatin girtin
    Li Agirî û Rihayê 18 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Cerdevan, kuştin, birîndar, Şer, leşker, PKK, agirî, Bazîd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de