15:52 19 Hezîran 2018
Heleb

Rûsya: "Artêşa Sûriye û mûxalif wê ji rêya Kastîloyê vekişin"

© REUTERS / Hosam Katan/File photo
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
0 0 0

Serokê Navenda Şopandina Agirbesta Rûsyayê li Sûriyeyê General Vladimîr Savçenko ragihand ku hem Artêşa Sûriyê û hem jî grûbên mûxalif wê ji rêya Kastîloyê vekişin.

Navenda Nûçeyan — Serokê Navenda Şopandina Agirbesta Rûsyayê li Sûriyeyê General Vladimîr Savçenko ragihand ku ji bo gihandina alîkariya însanî hem Artêşa Sûriyê û hem jî grûbên mûxalif qebûl kirin ku ji rêya Kastîloyê vekişin.

General Vladimîr Savçenko bi rêya vîdyo konferansê raportek pêşkêşî berpirsê leşkerî yê Sererkaniya Giştî a Rûsyayê Vîktor Poznihir kir û got: "Di nava 24 saetên dawî de li dijî hêzên hikumeta Sûriyeyê û herêmên niştecih 37 caran êriş hat kirin. Ji van 15 li Helebê, 3 li Lezqiyê, 5 li Şamê, 8 li Hemayê, 2 li Derayê û 4 jî li herêma Hûmsê pêk hatin.

Savçenko di berdewamiya axaftina xwe de got: "Lêkolînên me yên derheqê kuştî û birîndaran de hê jî didomin û Artêşa Sûriyeyê bersiv neda van êrişên terorîstan. Li gorî peymana ku berê li hev kiribûn Artêşa Sûriyeyê û mûxalifên nerm ragihandin ku ji 15ê Îlonê saet ji 09.00an pê ve amade ne hemû hêz, çek û leşkerên xwe ji rêya Kastîloyê vekişînin. Ev vekişindan ji bo ku konvoyên alîkariya însanî bêyî pirsgirêk herin rojhilatê herêma Helebê."

Mijar:
Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)

Bi heman mijarî:

Terorîstan li Helebê bi hawanan êrişî Artêşa Sûriyeyê kir: 2 leşker hatin kuştin
Rûsyayê: Ji bo artêşa Sûriyeyê herêmên ji firînê re qedexekirî nehatin peyikandin
'Kêfa dijberên Esad ji serkeftinên artêşa Sûriyeyê re nehat'
Milîtanên li Lezqîyê ji ber Artêşa Sûriyeyê vekişiyan Idlibê
Artêşa Sûriyeyê li Helebê ew herêma girîng dîsa bidest xist
Etîketan:
Ragihandina agirbesta li Helebê, berpirsê leşkerî yê Sererkaniya Giştî a Rûsyayê, Serokê Navenda Şopandina Agirbesta Rûsyayê li Sûriyeyê, Vîktor Poznihir, Vladimîr Savçenko, Heleb, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de