21:00 23 Hezîran 2018
Heciyên Kurdistanê

Heta niha 2 jê kurd 244 heciyan li Sîûdiyê jiyana xwe ji dest da

© Foto : Zernews
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî zanyariyên berdest, heta niha 2 jê ji Herêma Kurdistanê jî di nav de 244 heciyan li Erebîstana Siûdî di ferza hece de jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan — Berpirsyarê tîma ragehandin û peyvendiyên heciyên herêma Kurdistanê yê Erebistana Siûdî ragihand ku heta niha 244 heciyan di merasîmên îsal de jiyana ji dest dane, di nav wan de 2 jê kurd, 5 heciyên Iraqê jî hene. Her wiha li gorî amareyên fermî herî zêde heciyên Misrê jiyana xwe ji dest dane.

Berpirsyarê tîma ragehandin û peyvendiyên heciyên herêma Kurdistanê Merîwan Neqşîbendî ragehand: "Piştî 24 saetên din dawî li merasîmên heca îsal wê bên û heciyên herêma Kurdistanê wê vegerin otêlên li bajarê Mekkeyê û em ê li benda vegera wan a herêma Kurdistanê bin."

Neqşîbendî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Îsal yek ji werza herî aram a hecê bû, tu rewşekî nexweş pêknehat, rewşên mirinê û bûyerên nexwazyar jî di nav heciyan de çênebûn."

Merîwan Neqişbendî diyar kir ku 244 heciyan jiyana xwe ji dest dane û ji wan 5 Iraqî û 2 kes jî kurdên ji herêma Kurdistanê ne. Lê mirinên herî zêde ji Misrê bûne ku 26 kesan jiyana ji dest daye.

Bi heman mijarî:

Erebîstana Siûdî: 'Heciyên Dewleta Kurdistanê, hûn bixêr hatin'
Qefleya pêşî ya heciyên kurd îro çû Erebîstana Siûdî
Dîroka çûyina heciyên kurd bo Erebîstana Siûdî diyar bû
Hê jî 6 heciyên kurd winda ne
Hejmara heciyên kurd yên mirî gihîşt 24an
Etîketan:
Serdana ferza hecê, Berpirsyarê tîma ragehandin û peyvendiyên heciyên herêma Kurdistanê, Merîwan Neqşîbendî, Mekke, Erebîstana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de