Navenda Nûçeyan — Malpera Fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku Artêşa Sûriyeyê saet 01:00 piştî nîvê şevê balafirek şerî û yeka bêmirov xistin.
Ji aliyê din ve, Artêşa Îstaîlê ragihand ku balafira wan nehatiye xistin û ew herdû moşekên ji aliyê Sûriyeyê ve hatin avêtin lê balafiran neketine.Herwiha Îsraîlê ragihand ku li hinek armancên Sûriyeyê li girê Golanê xistiye. Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku ji aliyê Sûriyeyê ve moşek hatin avêtin bi ser girê Golanê de û wan jî wek bertek li hinek armancên Sûriyeyê li qadên leşkerî xist.
Girên Golanê di sala 1967an di şerê hevalbendiya Urdun, Sûriye û Misirê li dijî Îsraîlê de ji aliyê Îsraîlê hatibû vegirtin û di sala 1981ê bi awayekî yekalî bi Îsraîlê ve hatibû girêdan.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)