08:18 22 Hezîran 2018
Rojhilata Navîn

Serokê ENKSê: Em ne qels in

Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Îbrahîm Biro got, gelek pêwendiyên dîplomatîk kirine, ew di siyasetê de ne lawaz in û îro Sûriyeyê ber bi perçebûnê ve diçe.

Navenda Nûçeyan — Serokê ENKS Îbrahîm Biro beşdarî bulteneke nûçeyan ya Rûdawê bû û tê de bersiva dan wan kesan ên ku ENKS rexne dikin û dibêjin ku êdî cihê wan di nava Hevpeymaniya Niştamanî ya Dijbereyê de tune ye û divê ji nava dijbereyê derkevin.

Biro, got peymana di navbera wan û Hevpeymaniya Niştamanî ya Dijbereyê de ne tiştekî pîroz e û eger ku hemû rê hatine girtin, ew ticarî qebûl nakin ku bibin şahid li ser tiştekî ku tunebûna kurdan bike.

Serokê ENKSê got, di vê dema dawiyê wan gelek pêwendiyên dîplomatîk kirine, ew di siyasetê de ne qels in û îro Sûriyeyê ber bi perçebûnê ve diçe.

Herwiha diyar kir, ew belgeya ku di civîna Londonê de hatiye pêşkêşkirin, her çiqasî ew jê ne razî bin jî, gelek mafên Kurdan tê de hene û ew erebên şovenî ku kurd qebûl nedikirin, niha dibêjin doza kurd dozeke niştimanî ye li Sûriyeyê.

Îbrahîm Biro got, kesekî ew mecbûr nekirine ku di nava Îtîlafê de bimînin, ne herêma Kurdistanê ne jî tu welatên din.

Li ser Danûstandinên Cinêvê got, ew nikarin weke komeke serbixwe beşdarî hevdîtinan bibin ji ber ku ti aliyên navdewletî komeke sêyemîn qebûl nake.

 

Bi heman mijarî:

Serokê ENKSê: PYD şerî dixwaze
ENKSê destwerdana hêzên biyanî şermezar kir
Piştî girtinê,Serokê ENKSê hat dersînorkirin
Serokê ENKSê: Min qet qet jî bikin ezê vegerim!
​ENKSê li dijî Kembera Erebî derket
PYDê bersiva ENKSê da: ENKS derewan dike
Êrîşeke bombeyî li ser nivîsgeha ENKSê li Girkê Legê pêk hat
Etîketan:
dijberiya Sûriyeyê, ENKS, Îbrahîm Biro, Cenevre, London, Sûriye, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de