08:26 13 Kanûn 2017
Zindî
    ENKS

    ENKS amadekariyên kongreya xwe ya çaremîn dike

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kongreya Çaremîn ya ENKSê nêzik dibe û heta niha dema kongreyê nehatiye diyarkirin, Serokê niha yê ENKSê Ibrahîm Biro diyar dike ku kongre nêzîk bûye û wan du komîte ava kirine û dê 15 vê mehê dema kongreyê ji aliyê wan komîteyan ve bê diyarkirin.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku di kongreya çaremîn de, dê li ser gelek xalan bê rawestindin ku yek ji wan ew e ku êdî nabe du partî di nav ENKSê de bi heman navî bimînin.

    Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) wek hevgiritneke siyasî ye li Rojavayê. Kongreya yekem ENKS di 26/ Cotmeha sala 2011an li Qamişloyê hat lidarxistin û nêzîkî 12 partiyan (ji bilî TEV-DEMê), kesên serbixwe û Yekîtiya Jinan beşdarî wê bû û Ebdilhekîm Beşar wek serokê wê hat hilbijartin.

    Ahmed Silêman di 29 Sibata 2012an de bû serokê ENKS.

    Ismaîl Hemê di Di 30 Gulana 2012an wek serokê ENKS hat hilbijartin.

    Di 10/11 Cotmeha sala 2012an kongreya ENKSê ya duyemîn Ii Qamişloyê dest pê kir û Fêsel Yûsif wek serokê wê Encûmenê hat hilbijartin.

    Pişt re Tahir Sifûk di 13 Gulana sala 2013an bû serokê ENKSê.

    Kongreya sêyemîn jî di 16 Hezîrana 2015an Ii Qamişloyê bi rê ve çû û Ibrahîm Biro bû serokê ENKS, piştî wê kongreyê bi 6 mehan careke din hat hilbijartin.

    ENKS ji destpêka damezrandina xwe de xwe beşek ji opozisyonê Sûriyeyê dibîne, herwiha hêza wê ya leşkerî jî Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê ENKSê: PYD şerî dixwaze
    Serokê ENKSê: Min qet qet jî bikin ezê vegerim!
    ​ENKSê li dijî Kembera Erebî derket
    Piştî girtinê,Serokê ENKSê hat dersînorkirin
    PYDê bersiva ENKSê da: ENKS derewan dike
    Êrîşeke bombeyî li ser nivîsgeha ENKSê li Girkê Legê pêk hat
    Etîketan:
    Kongreya partiyan, ENKS, Fêsel Yûsif, Tahir Sifûk, Ismaîl Hemê, Ahmed Silêman, Qamişlo, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de