20:09 11 Kanûn 2017
Zindî
    Wezîrê Karê Derve yê DYAyê John Kerry- Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu, ji bo agirbesta Helebê kêfxweşiya xwe ji Kerry re ragihand

    © REUTERS/ Ng Han Guan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut çavuşoglu bi hevpîşeyê xwe yê amerîkî John Kerry re axivî. Çavuşoglu ji bo rêkeftina agirbesta Helebê ya di navbera Rûsya û Amerîkayê de hat ragihandin, kêfxweşiya xwe ji wezîrê amerîkî re ragihand.

    Navenda Nûçeyan — Çavuşoglu îro bi telefonê bi Kerry re axivî. Wezîrê tirk kêfxweşiya xwe ragihand ku rewşa rawestandina şerî, rêkeftina agirbestê li Helebê û gihandina alîkariyên mirovî berî cejnê hatine ragihandin. Ev rêkeftina piştî gotûbêjên Amerîka û Rûsyayê hat pêkanîn.

    Wezîrê tirk teqez kir ku Tirkiye dê her tiştê ji destê wê were bike ta ku ev rêkeftin xera nebe.

    Herwiha hat zanîn ku Kerry spasiya Tirkiyeyê kiriye ji ber piştgiriya wê ji vê rêkeftinê re.

    Ji aliyekî din ve, herdû wezîran behsa rewşa dawî ya Sûriyeyê kir.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiya derbarê agirbesta li Sûriyayê de daxuyanî da
    Çavuşoglu û Lavrov 'agirbesta li Sûriyeyê' axivîn
    Merkel: Pûtîn ji bo agirbesta Helebê roleke giring dilîze
    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê: Em û DYAyê bi çend gavan dûrî agirbesta li Helebê ne
    Ji bo agirbesta herêma Helebê banga lezgîn
    Kremlîm: Agirbesta li Helebê ji bo krîza Sûriyayê gavek ereniye
    Etîketan:
    rêkeftin, agirbest, john kerry, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de