14:53 12 Kanûn 2017
Zindî
    Cerablus

    “DAIŞ û Tirkiyeyê li hev kir; Ji Cerablusê venekişiyan, tenê riha xwe jê kirin”

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Peyamnêrê Rojhilata Navîn ê rojnameya Independentê ya ingilîzî Patrick Cockburn bi milîtanekî berê yê DAIŞê re hevpeyvînek kir. Milîtanê DAIŞê diyar dike ku DAIŞ alîkariya çekan ji Tirkiyeyê distîne û ji Cerablusê derneketiye lê tenê riha xwe kur kiriye.”

    Navenda Nûçeyan — Cockburnê ji bo gihandina rûdanên Sûriyeyê li Şamê ye, di rêya Whatsappê re bi milîtanekî berê yê DAIŞê ku bernavê wî Ferec e, re axivî. Ferec behsa bûyerên veşartî yên Cerablusê kir û got: "Ferec diyar kir ku di operasyona dawî ya Cerablusê de, peymaneke nehênî di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de heye. Herwiha li Til Ebyedê jî, Tirkiyeyê çek ji wan re dabîn kirin û bi vî awayî berxwedana wan li dijî YPGê hêsan bû".

    "DAIŞ JI CERABLUSÊ NEÇÛ, LÊ RIHA XWE KUR KIR"

    Herwiha milîtanê DAIŞê behsa bûyerên nehênî ên operasyona Tirkiyeyê ya Cerablusê kir. Li gorî wî, gava Tirkiye bi Artêşa Azad re û bi tankan derbasî Cerablusê bû, DAIŞê dizanî kî tê lewra DAIŞ wek li Minbicê li ber YPGê şer kir, li pêşberî wan şer nekir. DAIŞê wiha nîşan da wek ku vedikişe û hinek dever vala kirin ku ev jî li gorî rewşên berê, tiştekî nakok bû.

    DAIŞ di operasyona YPG û hêzên hewayî yên Amerîkayê de, nêzîkî 1000 kuştiyî dane lê tê texmînkirin ku di operasyona Cerablusê de, ev wenahî gelekî kêm e.

    Ji aliyekî din ve, hatibû îdiakirin ku DAIŞ ji Cerablusê ber bi Babê ve vekişiyaye lê Ferec wiha dibêje: "Bi qasî ji xizmekî xwe yê endamê DAIŞê ye hîn bûm, piştî ku tankên Tirkiyeyê ketin Cerablusê, DAIŞ ji wir derneket lê tenê riha xwe kur kir û tev li xelkê wê bûn".

    "ME LI TILEBYEDÊ ALÎKARIYA ÇEKAN STEND"

    Herwiha Ferecî diyar kir ku par gava êrîş li Tilebyedê bû, ew jî di nav de li gel 150 DAIŞiyên din alîkariya çekan ji Tirkiyeyê wergirt. Tilebyeda ku 96 kîlometreyan ji Reqqayê dûr bû û li ser sînorê Tirkiyeyê bû, ji rêxistinê re xaleke giring a tedarîkê bû. Havîna 2015an, YPG bi piştgiriya hêzên hewayî yên Amerîkayê ji rojava Û rojhilatê ber bi Tilebyedê ve diçû û DAIŞ li wir dorpêç bûbû û êdî zehmet bû ku DAIŞ bajarî biparêze. Ferec li ser vê bûyerê wiha dibêje: "Tirkiyeyê gelek alîkarî bi DAIŞê re kir. Di Adara 2015an de gava li Tilebyedê bûm. Bê ku pasevanên sînor ti astengiyê ji me re derxin, me gelek çek û cebilxane ji Tirkiyeyê stendin". Ev jî tiştek bû ku kurdan û medyaya wan ji mêj de digot lê Tirkiyeyê hercarê bi tundî ev tişt red dikir.

    "ERDOGAN BERPIRSYARÊ WÊRANBÛNA SÛRIYEYÊ YE"

    Ferecê ku li gorî milîtanên din ên DAIŞê perwerdekirî ye, rexneyan li kurdên Rojavayê û tirkan dike û wiha diyar dike ku Serokkomarê Tirkiyeyê berpirsyarê wêranbûna Sûriyeyê ye û wiha dibêje: Erdogan berpirsyarê wêrankirina Sûriyeyê ye ku şerê xwe li dijî kurdên Tirkiyeyê derxist derveyî sînorên xwe û piştgirî da DAIŞê".

    "YPGÊ FERMANDAR JI TIRKIYEYÊ ANÎ"

    Herwiha milîtanê berê diyar dike ku "DAIŞê şaşî kiriye gava dihişt şervan û fermandarên biyanî fişarê li gelê herêmî bikin ku rewşeke wiha di sala 2012-2013an di nav kurdên Sûriyeyê de çêbûbû gava fermandarek ji kurdên Tirkiyeyê anîbû.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: 3 avahiyên DAIŞê hatin îmhakirin
    Sînorê Tirkiye ji DAIŞê tê paqijkirin
    Spiegel: Tirkiye bi êrişkirina YPGê, rê li ber DAIŞê vekir
    "Belgeyên nû li ser têkiliya Tirkiye û DAIŞê derketin"
    Wezîrê Parastina Amerîkayê: Divê Tirkiye şerê DAIŞê tenê bike
    Biden: Ji bo derxistina DAIŞê çi qas hewce be, Tirkiye ew qasî amade ye
    Etîketan:
    Kurdên Tirkiyeyê, Kurdên Sûriyeyê, YPG, DAIŞ, Patrick Cockburn, Recep Tayyip Erdogan, Cerablus, Şam, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de