19:46 22 Hezîran 2018
Xwepêşandan ji bo Abdullah Ocalan

Kurdên Rûsyayê bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin

© REUTERS / Fabian Bimmer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Kurdên Rûsyayê bo qedexeya li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan bê rakirin, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Adigey - Kurdên li Komara Xweser ya Adige ya Federasyona Rûsyayê jî beşdarî çalakiya birçbûnê ya bo ku qedexeya li ser Ocalan bê rakirin tê lidarxistin, bûn.
Greva birçîbûnê bi pêşengiya Otonimiya Çanda Kurdî û Organîzasyona Jin a Kurd li avahiya otonomiyê dest pê kir û 25 kes beşdarî grevê bûn.

Serokê Otonomiya  Çanda Kurd Feyzo Hisên bertek da qedexeya li ser Ocalan û diyar kir ku qedexeya li ser Ocalan li ser hemû kurdan tê meşandin.

Çalakvanan jî nerazîbûna xwe ya derbarê qedexeya li ser Ocalan anîn ziman û diyar kirin ku ew ji rewşa jiyana Ocalan bi endîşe ne. Divê bi lez qedexeya li ser Ocalan bê rakirin.

Bi heman mijarî:

MHD û OHD bo greva birçîbûnê komîsyona çavdêriyê ava kir
Malbatên roboskiyî piştevaniya greva birçîbûnê kirin
Hevserokên KCD, HDK û HDPê serdana çalakiya greva birçîbûnê kirin
Ji bo Ocalan greva birçîbûnê destpêkir
Hatîp Dîcle: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re 50 hevalên me wê dest bi greva birçîbûnê bikin
Irom Şarmîla greva birçîbûnê ya ku ev 16 sal in berdewam dike bidawî kir!
Etîketan:
qedeya li ser ocalan, şer, greva birçîbûnê, kurdên rûsyayê, abdullah ocalan, feyzo hisên, adigey, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de