12:38 20 Hezîran 2018
Mamoste û xwendekarên Komeleya Hindekariya Kurdî

Mamosteyên ''Mamoste'' jî ji kar hatin dûr xistin...

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Di nav mamosteyên ku ji aliyê dewleta tirk ji kar hatin dûr xistin de nivîskarên wêjeya kurdî jî hene. Nivîskarên wêjeya kurdî ji bilî karên xwe yên li dibistanên dewletê, di nav civata xwînerên wêjeya kurdî jî wek ''Mamoste'' tên binavkirin.

Omer Faruk Baran

Amed - Piraniya wan ji bajarên kurdan 11 hezar û 285 mamoste ji kar hatin dûr xistin. Li gorî îdiaya dewleta tirk, mamosteyên ku ji kar hatine dûr xistin ''mamosteyên ku têkilya wan bi rêxistinên terorî re hene'' ne. Di nav mamosteyên ku ji kar dûr hatine xistin de nivîskarên ku bi kurdî dinivsînin jî hene.

''HER DERÊ KURDISTANÊ DIBISTAN E''

Şêxo Filîk, Fahriye Adsay, Îlhamî Sîdar, Meral Varışlı, Şener Ozmen, Lal Laleş, Cîhan Yildirim, Ülkü Bingöl ji wan çend nivîskarên ku ji kar dûr hatine xistin in.

Nivîskaran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî li dijî biryara dewleta tirk bertekên xwe nivîsandin.

Belgeya jikardûrxistina Îlhamî Sîdar
© Sputnik / Omer Faruk Baran
Belgeya jikardûrxistina Îlhamî Sîdar

Şair nivîskar Îlhamî Sîdar wêneyê belgeya jikardûrxistinê par vekir û got: ''Heqê mamostetiya bi rûmet a 28 salan, heqê perwerdekirina bi hezaran mamoste, dixtor, endezyar û hiqûqnas ev e.''

Şair Ülkü Bingöl diyar kir ku ev biryara dewleta tirk ji bo wî rûmet e got: ''Her derê Kurdistanê dibistan e.''

Şair Meral Varışlı jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: ''Ez jî mîna gelek mamosteyên Kurd ji kar hatim dûr xistin. Mafdar im û serbilind im.''

''PEYWENDIYA LI GEL DAGIRKERAN..''

Wergêr, şair, nivîskar Kawa Nemir jî destnîşan kir ku ev biryara dewleta tirk ji bo welatê kurdan rind e û wiha nivîsî: ''Ez dibêjime hevalên xwe yên mamoste: 'Belê, bo we zehmet e, lê gelekî baş e ku peywendiya we li gel dagirkeran nemîne' Kurdistan rind e.''

Nivîskar Haydar Diljen ê ku 35 salên berê li Amedê mamoste bûye û wê demê ji ber eynî sedemên îro ro ji mamostetiye dûr hatiye xistin jî li ser hesabê xwe yê Facebookê wêneyê belgeya jikardûrxistinê par ve kir û wiha nivîsî:

''Ez jî 35 sal berê bi biryareke weha ji mamostetîyê hatibûm avêtin. Netîce çi bû? Ez bûm mamosteyê kurdî.Di van 35 salan de dinya serûbinê hev bû, lê di mentalîteya tirkan de milîmetreyek guhertin ber bi başîyê çênebû. Ew li hêvîyê ne ku kurd serê xwe deynin. Lê wek ku Demîrtaş jî got, kesê ku ji we bitirse û li hember vê zilma we serê xwe deyne, bila ji we alçaxtir be!
Ez hemû hevalên mamoste yên mexdûr ji dil silav dikim û dibêjim, qet meraq nekin, ev roj wê derbas bin û ev zalim dê di zilma xwe de bixeniqin!''

 

Bi heman mijarî:

2 hezar û 650 mamoste û 40 hezar pirtûkên kurdî
Baroya Dîlokê: ‘Mamoste Ayşe ne bi tenê ye, em jî hevparê sûcê wê ne’
Bi bahaneya 'heqareta li Erdogan' 2 mamoste hatin girtin!
11 hezar mamoste bi îdiaya têkiliya wan bi PKKê re heye ji kar hatin avêtin
Dibe ku ji 130 hezaran zêdetir mamoste ji kar bêne dûrxistin
Etîketan:
mamoste, Meral Varişli, Ülkü Bingöl, Cîhan Yildirim, Îlhamî Sîdar, Lal Laleş, aMED
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de