05:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Endambûna mamosteyan di sendîkayan de li Tirkiyeyê bûye sûc

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu derbarê mamosteyên ku ji kar hatin dûrxistin nerazîbûn nişan da.

    Enqere - Kiliçdaroglu berî kombûna civata partiya xwe axivî û got li gor daxûyaniyên Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim dê 11 hezar û 285 mamoste bi hinceta endamê PKKyê ne dê ji kar werin dûrxistin.
    Kiliçdaroglu bertek da helwesta serokwezîr û destnîşan kir ku ew qas mamoste di desthilatdariya AKPê ya 14 salan de hatibin ser kar berpirsê vê yekê hikûmet e. Kiliçdaroglu got endambûyîna mamosteyan bo sendîkayan jî li Tirkiyeyê bûye sûcek û lewma îro endamên sendîkayan ji kar tên dûrxistin.

    Bi heman mijarî:

    Bi giştî 8 hezar û 330 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    Li Dêrsimê 418 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    11 hezar mamoste bi îdiaya têkiliya wan bi PKKê re heye ji kar hatin avêtin
    Li Wanê 4 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    Bi bahaneya 'heqareta li Erdogan' 2 mamoste hatin girtin!
    Etîketan:
    endamê sendîkayan, jikaravêtin, endamê pkk, mamosteyên kurd, bînalî yildirim, Kemal Kiliçdaroglu, enqere, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de