10:08 13 Kanûn 2017
Zindî
    girtin-desteserkirin

    Li Elkê û Çewlikê 16 kes hatin desteserkirin

    © AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di encama bi ser de girtina malan de li navçeya Elkê a Şinexê 15 û li Çewlikê kesek hate desteserkirin.

    Navenda nûçeyan - Operasyonên siyasî yên li bajarên kurdan bê navber berdewam dikin.

    ELKÊ

    Polêsan îro li taxên Pasar, Beroj û Karşiyakaya navçeya Elkê a Şirnexê de girtin. Di encama biserdegirtinan de Hevserokên DBPê yê Elkê Hîkmet Ataman, rêvebirê navçeyê yê HDPê Kerem Yîgît, Cemal Ataman, Cîndî Ataman, Bengîn Ataman, Hacî Yîgît, Fîkret Guven, Farîs Bal, Ridvan Dursun, Reşît Durmuş, Faruk Kiliç, Mehmet Cîn, Halîme Akdag, Şîlan Cîn hatin desteserkirin.
    Sedema her 15 kesên ku hatin desteserkirin nehatin zanîn û wan birin midûriyeta ewlekariyê.

    ÇEWLIK

    Cendermeya bi ser 3 malên li gundê Ibrahîmiyan de girt û kesek bi navê Dîlan Keser desteserkirin.
    Sedema desteserkirina Keser nehate zanîn.

    Bi heman mijarî:

    Ahmet û Mehmet Altan hatin desteserkirin
    Li Izmîrê gelek parêzer hatin desteserkirin
    Hevşaredara Tekmanê hate desteserkirin
    Li Stenbolê 5 kes hatin desteserkirin
    Parlamenterê berê yê AKPê ji FETOyê hate desteserkirin
    Etîketan:
    desteserkirinên siyasî, şer, girtin, şirnex, çewlik, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de