08:41 22 Hezîran 2018
ypg - berxwedana şervanên ypgê

3 bajarokên din ji DAIŞê hatin rizgarkirin

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hate ragihandin ku Şervanên Hêzên Şoreşger li herêma Şehbayê 3 bajarokan ji terorîstên DAIŞê rizgar kirine.

Şehba — Terorîstên DAIŞê şevê din êrişî noqteyên hêzên şoreşger ên li gundên Um El-Hoş û Um El-Qura yên Şehbayê ku di dawiya meha tebaxê de hatibûn rizgarkirin, kirin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin Hêzên Şoreşger (Ceyş El-Siwar, Eniya Parastina Jinên Şehbayê, Eniya El-Ekrad, Tugaya El-Selcîqe, Tugaya 99, Ehrar El-Kiêbe, Tugaya El-Şemal El-Demokratî, Tugaya El-Hemze, Hêzên Eşîreyên Bakurê Helebê, Tugayên Şoreşgerên Arfadê, Tugaya Erkên Taybet, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Mexawîr El-Sifîre, Tugaya Yekemîn a Mexawîr Hums', bersiv dane êrişa terorîstan û şer derketiye.

Hate diyarkirin ku di encama şer de 3 bajarokên li bakur-rojhilatê gundê Um El-Hoş, ji terorîstan hatine rizgar kirin.

Bi heman mijarî:

Dîrektorê FBIyê: "DAIŞ biqede jî wê metirsiya terorîzmê bidome"
DAIŞ: ‘Bila Xweda pêşî fetha Stenbol û paşê jî ya Romayê bike nesîbê me'
DAIŞ dîsa êrişî gundê Um-Hoşê kir
DAIŞ, li Enqereyê di avahiyeke kirêkirî de 30 zarok perwerde kirine
DAIŞ, ASA û Nusra êrîşî HSDê dikin
Etîketan:
bajarok, êriş, şer, rizgarkirin, DAIŞ, Şehba
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de