15:51 18 Kanûn 2017
Zindî
    Dibistan

    Dibe ku ji 130 hezaran zêdetir mamoste ji kar bêne dûrxistin

    © Foto: BestaNûçe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku wê hejmara mamosteyên ku di çarçoveya lêpirsîna FETOyê ji bên dûrxistin 133 hezaran derbas bike.

    Navenda nûçeyan — Li gorî nûçeya Cumhuriyetê hejmara mamosteyên ku wê ji kar bên dûrxistin 133 hezaran derbas bike.
    Perwerdekarê bi navê Alaaddîn Dînçer dibêje li gorî daneyên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) yê meha hezîranê li seranserê Tirkiyeyê di bin sîwaneya wezaretê de 853 hezar û 987 mamoste û 67 hezar 146 jî rêvebir hebûn.

    33 HEZAR MAMOSTE JI KAR HATIN DÛRXISTIN

    Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê 33 hezar mamoste ji kar hatibûn dûrxistin ev hejmar piştî operasyonên dawî gihişte 100 hezaran. Îsal bi qasî 10 hezar rêvebir jî wê teqawît bibin, lewma jî pêdiviya bi mamsoteyan wê gelekî zêde bibe.

    Tê gotin ku di rojên pêş wê gelek mamosteyên din bi hinceta ku têkiliyên wan bi PKKê re hene ji kar bêne avêtin.
    Heta niha 28 hezar mamoste ji kar hatibûn avêtin ku bêhtirê wan ji ber FETOyê bû. Ger MEB kêmasiya mamsoteyan temam neke îsal wê bi hezaran zarok bê mamoste bimînin.

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrsimê 418 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    11 hezar mamoste bi îdiaya têkiliya wan bi PKKê re heye ji kar hatin avêtin
    Li Wanê 4 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    Bi bahaneya 'heqareta li Erdogan' 2 mamoste hatin girtin!
    Baroya Dîlokê: ‘Mamoste Ayşe ne bi tenê ye, em jî hevparê sûcê wê ne’
    2 hezar û 650 mamoste û 40 hezar pirtûkên kurdî
    Etîketan:
    şerê siyasî, mamosteyên kurd, jikaravêtin, feto, pkk, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de