22:36 18 Hezîran 2018
DAIŞ

Li Minbicê girtîgehek ayidî DAIŞê hate dîtin

© AFP 2018
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Minbicê girtîgeheke ayidî terorîstên DAIŞê hate dîtin ku bêhtir tawanbarên siyasî tê de îşkence dikirin.

Minbic -Terorîstên DAIŞê 3 salan li Minbicê man û gelek herêmên li vê derê wek girtîgehê bikar anîn. Piştî rizgarkirina bajêr şervanan Meclisa Leşkerî ya Minbicê girtîgehek dîtin ku DAIŞê kesên siyasî û xwedî tawanên giran li vê derê digirtin.

Li gorî agahiyên ANHAyê ev girtîgeh li taxa El-Beta ya Minbicê ye û ji 8 odeyan pêk tê. Li her yekê ji van odeyên ku behna genî jê tê, cihekî ragirtinê heye. Li wir Quran, cilên terorîstan, alavên îşkenceyê wekî dolab, alavên îşkenceya bi ceyranê, alavên îdamkirinê û deftereke ku navên kesên girtî û tewanbariyên wan li ser hatine nivîsandin, hene.

Li vî cihê hanê zêdetirî 300 kesên ku tewanbariyên siyasî û leşkerî mîna bi YPG, YPJ û Artêşa Azad re danûstandinê dike hatine girtin. 

Bi heman mijarî:

Li Kilîsê 3 endamên DAIŞê hatin girtin
Artêşa Iraqê sengerên DAIŞê bombebaran kirin: Zêdetirî 100 kuştî hene
DAIŞê êrîş kir: 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
DAIŞê êrişî ASAyê kir: 5 kes hatin kuştin 12 kes jî birîndar bûn
Tirkiye: 3 avahiyên DAIŞê hatin îmhakirin
Etîketan:
îşkenceyên hov, meclisa leşkerî ya minbicê, daiş, girtiyên siyasî, ypg, şer, rojava, sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de