22:56 12 Kanûn 2017
Zindî
    Hec

    Ji bo sed hezaran kesî destûr nehat dayîn ku têkevin Mekkeyê

    © REUTERS/ Ahmad Masood
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li derdora bajarê Mekkeyê yê Erebîstana Siûdî di kontrolên nuqteyên ewlehiyê de hat tespît kirin ku 273 hezar û 583 kes ne xwediyê destûra heccê ye û destûr nehat dayîn ku ew kes têkevin bajarê Mekkeyê.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Hêzên Ewlehiyê yên Heccê Mîralay Sami Eş Şuveyric diyar kir ku li derdora bajarê Mekkeyê di kontrolên nuqteyên ewlehiyê de hat tespît kirin ku 273 hezar û 583 kes ne xwediyê destûra heccê ye û got ji bo van destûr nehat dayîn ku ew kes têkevin bajarê Mekkeyê.

    Eş Şuveycis dest nîşan kir ku ji îro şûnde li nava bajarê Mekkeyê û li nava wargehên pîroz wê kontrolên destûrê werin kirin. Herwiha Eş Şuveyric anî ziman ku 104 hezar û 784 wesayitên bê ruxset jî hatin asteng kirin ku li qadên ayîneya heccê kar bikin.

    Li gel vê yekê Berdevkê Wezîrê Karên Navxweyî yê Erebîstan Siûdî Tumgenerel Mansur El Turkî jî dest nîşan kir ku her çi hewldan ewlehiya heciyan bixe metirsiyê, em ê midaxele bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Hizbullahê çûna hecê qedexe kir
    Welatiyên Îranê îsal dê neçin hecê
    Hecîyên Herêma Kurdistanê dê li Hecê '15 milyon dolaran' xerc bikin
    Erebîstana Siûdî: 'Heciyên Dewleta Kurdistanê, hûn bixêr hatin'
    Etîketan:
    dayîn, nehat, sed hezaran kes, destûr, Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê Erebîstana Siûdî, Berdevkê Hêzên Ewlehiya Hecê, Sami Eş Şuveyric, Mansur El Turki, Erebîstana Siûdî, Mekke
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de