05:19 11 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Artêşa Iraqê sengerên DAIŞê bombebaran kirin: Zêdetirî 100 kuştî hene

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
    0 0 0

    Artêşa Iraqê daxuyand ku li Enbarê di êrîşên hewayî yên li dijî sengerên DAIŞê de milîtanên payebilind jî di nav de zêdetirî 100 terorîstan hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Hêza Operasyonên Hevpar a girêdayî Artêşa Iraqê Yahya Resûl diyar kir ku wan li Enbarê bi balafirên F-16an êrîş birine ser sengerên DAIŞê û di bombebaranan de fermandarên payebilind jî di nav de zêdetirî 100 terorîstan hatin kuştin.

    Ji aliyê din ve Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê daxuyaniyeke niviskî belav kir û got di operasyonan de rayedarekî payebilind ê rêxistinê ku ji Erebîstana Siûdî ye û berê li Kampa Buccayê dihat girtin hat kuştin û li gel vê yekê berpirsê xwekujerên Ereb ên li Sûriyeyê, berpirsê çapemeniyê yê bajarê Enbarê, berpirsê leşkerî yê Cezîre El Xalidiye, berpirsê ragihandina milîtanan û ‘berpirsê xenîmetan' hatine kuştin.

    Mijar:
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê êrîş bir ser artêşa Iraqê: 9 leşker mirin
    ‘DAIŞê devê 4 kesên ku pesnê artêşa Iraqê didan, dirût'
    Artêşa Iraqê bajaroka stratejîk ji DAIŞê rizgar kir
    Artêşa Iraqê bajaroka Giyara rizgar kir
    Artêşa Iraqê dest bi operasyona navçeya Geyarayê kir
    Artêşa Iraqê du gundên din ê navçeya Geyarayê rizgar kirin
    Etîketan:
    kuştî, zêdetirî, bombebarankirin, operasyon, Berdevkê Hêza Operasyonên Hevpar, Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê, Yahya Resûl, Sûriye, Erebîstana Siûdî, Iraq, Enbar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de