23:29 20 Hezîran 2018
YPG

ÎDIA - YPG û Hikumeta Sûriyeyê li hevdu civiyan

© Foto : Roj
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat îdiakirin ku YPG û Hikumeta Sûriyeyê îro li Balafirxaneya Navdewletî ya Bajarê Qamişlo yê Rojava li hevdu civiyane û dest bi muzakereyan kirine.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke Rûdawê hat diyar kirin ku berpirsên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hikumeta Sûriyeyê îro roja 9ê Îlonê ji bo axaftina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de û çareserkirina wan li Balafirxaneya Navdewletî ya Bajarê Qamişlo yê Rojava li hevdu civiyan.

Di heman nûçeyê de hat derbirîn kirin ku civîna îro ya di navbera YPGê û Hikumeta Sûriyeyê de bêyî navbeynkariya Rûsyayê hatiye lidar xistin û hat diyar kirin kul i ser navê YPGê fermandarekî YPGê yê bi navê Sîpan Hemo û li ser navê Hikumeta Sûriyeyê jî Parêzgarê Hesekê Mihemed Elî Zeal beşdarî civînê bûne.

Herwiha hat dest nîşan kirin ku ew civîna îro ya ku di saet 10.30ê sibehê de destpê kir, bi qasî 3 saetan dewam kir û di civînê de mijarên leşkerî, xizmetguzarî û mrovî hatin axaftin.

Li gel vê yekê hat diyar kirin ku her du aliyan li hev kirine ku danûstandinê berdewam bikin û din ava 3 rojan hemû pirsgirêkan çaresre bikin û biryar dan ku careke din dîsa li hevdu bicivin.

Bi heman mijarî:

YPG, çek û şervanan dişîne bajarê Minbicê
YPG û Artêşa Sûriyeyê girtî pev guhertin
Serokomariya Tirkiyeyê: Armanca operasyona Cerablûsê YPG û DAIŞ e
ÎDIA - YPG û hêzên rejimê dest bi guhertina dîlgirtiyan kirine
YPG ji Artêşa Sûriyeyê re: Çekên xwe deynin û teslîm bibin
Di şerê YPG û rejimê de 17 leşker hatin kuştin û 12 jî dîl hatin girtin
Di şerê navbera YPG û rejime de 30 leşkerên sûriyeyî hatin kuştin
Etîketan:
lihevkirin, lidarxistin, civîn, Hikumeta Sûriyeyê, YPG, Parêzgarê Hesekê, Mihemed Zeal Elî, Sîpan Hemo, Rojava, Sûriye, Rûsya, Qamişlo
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de