20:38 24 Îlon 2017
Zindî
    İsrail Başbakanı Benyamin Netanyahu

    Netanyahu: 'Warê Rojavayê Şerîayê ya Cihûyan aştiyê Filistîn û Îsraîlê asteng nake'

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ragihand ku ware Cihûyan ya li rojavayê Şerîayê ji bo aştiya di navbera Îsraîl û Filistînê de asteng nîne.

    Navenda Nûçeyan — Netanyahu, vîdyoya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Îsraîlê ve hate parvekirin, diyar kir ku îdiayên ku ware Cihûyan ya ku li Rojavayê Şerîayê ava dikin ji bo aştiya Filistîn û Îsraîlê astenge min şaş û metal dihêle. Bajarokên Cihûyan ya li herêmên Samarya û Rojavayê Şerîayê ji bo aştiyê asteng nîne. Tu kes nikare bibêje ku 2 milyon erebên li Îsraîlê dijîn ji bo aştiyê astengê.

    Herwiha navborî eşkere kir ku rayegiştiya Îsraîlê ji bo aştiyê amadene. Lê Serokê Filistînê şertê "Ji bo dewleta Filistînê gele Cihû tinebin" pêşniyar dike.

    ‘KESÊN KU PAQIJIYA ETNÎKÎ DIKIN JI BO AŞTIYÊ XEBAT NAKIN'

    Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir ku rêz negirtina nirxên wan aştiyê nepêkan dike. "Civakên ku ji mirovahiyê re rêzên digrin, ji bo aştitiyê xebat dikin. Lê kesên ku paqijiya etnîkî dikin ji bo aştiyê xebat nakin."

    Tê gotin ku li Rojavayê Şerîayê 600 hezarî îsraîlê dijîn. Li gorî çavkaniyên fermî ya Îsraîlê, milyonek û 400 hezar filîstînî li Îsraîlê dijîn.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Tirkiyeyê Îsraîl şermezar kir
    Îsraîl, êrişî Xezzeyê kir
    Îsraîl: Me li hin baregehên Hamasê yên li Xezzeyê dan
    Îsraîl: "Îran rîayetî peymana nûkleerî dike"
    Etîketan:
    xebat, pêşniyar, ava kirin, aştî, vîdyo, war, Serokwezîrtiya Îsraîlê, Benyamin Netenyahu, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de