11:30 21 Îlon 2017
Zindî
    şer û pevçûn, êrîş

    HPGê îdia kir ku li Agiriyê 3 polîs di şer de kuştine

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 74 0 0

    Hate îdiakirin ku HPGê di 6ê Îlonê de li navçeya Bazidê êrîş biriye ser avahiya polîsan û di encamê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dane.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANFê HPGê daxuyandiye ku 6ê Îlonê saet di 19.40 deqîqeyan de êrîşî avahiya polîsan û Rêxistina Istixbarata Milî (MIT) a navçeya Bazidê ya Agiriyê. Li gorî heman daxuyaniyê di encama serdegirtinê de şer derketiye û 3 polîs hatine kuştin, polîsek jî bi giranî birîndar bûye.

    Dîsa hate diyarkirin ku ji hêleke din jî êrîş birine ser lojmanên polîsan lê li vir diyar nebûye ku kesekî jiyana xwe ji dest daye an na.

    HPGê di heman roje de li Şirnexê êrîşî Qereqola Guze Kurkê kiriye û li vir jî şer derketiye. Li gorî îdiayê 11 leşkeran li vir jiyana xwe ji dest dane.

    Derbarê her du êrîşan de jî heta niha saziyên ewlekariya Tirkiyê û hikûmeta AKPê daxuyaniyek fermî belav nekirine.

    Bi heman mijarî:

    FLAŞ ÎDIA - HPG: 3 firokeyên Skorsky hatin xistin û 10 leşker ji hatin kuştin
    HPG: Li Çelê gelek leşker hatin kuştin, şer berdewam e
    PKK: Heke ku rêvebiriya Rojava bixwaze wê HPG mudaxele bike
    HPG: 'Çalakiya li Cizîrê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo hatiye kirin'
    HPG: Li Şemzînanê 30 leşker hatin kuştin
    HPG: Li Mûşê 6 leşker hatin kuştin
    Etîketan:
    polîs, şer, serdegirtin, êrîş, AKP, ANF, MIT, HPG, Qereqola Guze Kurkê, Şirnex, Agirî, Bazid
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de