12:39 25 Îlon 2017
Zindî
    Fermandarê pêşmergeyên PAKê Huseyin Yezdanpena

    Amerîkayê pêşmergeyên PAKê perwerde kir

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 77 0 0

    Hat ragihandin Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) ya Kurdistanê Îranê ku ji bo serxwebûnê şer dike ji aliyê Amerîkayê ve ji bo şerê DAIŞê perwerde kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) ku li ser sînorên herêma Kurdistanê li dijî Îranê şer dike, ji aliyê şêwirmendên Amerîkayê û Ewropayê ve perwerdeya taktîkên şerê çekdarî wergirtin.

    Fermandarê PKAê Huseyin Yezdanpana bi ajansa Associated Pressê re axivî û got ku wan perwerdehiya taktîkên bombe û çekan ji pisporên Amerîkayê û Ewropayê wergirtiye. PAK li dijî Îranê ji bo serxwebûna Kurdistanê şer dike û li dijî DAIŞê alîkariya herêma Kurdistanê dike.

    "BANDORÊ LI ŞERÊ ME LI DIJÎ ÎRANÊ NAKE"

    Herwiha Yezdanpena diyar dike ku şerê wan li dijî DAIŞê, ne alternatîveke ji bo şerê wan li dijî Îranê. Fermandarê kurd diyar dike ku îsal heta niha 6 êrîş li dijî Îranê pêk anîne.

    Ji aliyekî din ve, Yezdanpena teqez kir ku wan ji Adar heta Îlona 2015an sê caran li eniya Kerkûkê hatine perwerdekirin.

    "DI NAVBERA KOMÊN LI DIJÎ DAIŞÊ ŞER DIKIN DE, CUDAHÎ TINE"

    Berpirsyarê leşkerî yê îtalî yê Hevpeymana Navdewletî ya ku Amerîka pêşengiya wê dike, Giullo Macarî ragihand ku dive PAK jî yek wan koman be yên ku di bin sîwana pêşmergeyan de beşdarî perwerdehiyê bûne.

    Herwiha fermandarê pêşmergeyan General Karaman Kemal Omer bi APyê re axivî û got ku Amerîkati cudahiyê naxwe nav wan komên li dijî DAIŞê şer dikin û çek û perwerdehiyê dide wan.

    "HAYA CENTOMÊ JÊ TINE"

    Ji aliyê din ve, Berdevkê Fermandariya Hêzên Navedn a Amerîkayê ku şerê li dijî DAIŞê kordîne dike Josh T. Jacques ragihand ku haya CENTOMê jê tine ku pêşmergeyên PAKê tên perwerdekirin.

    Bi heman mijarî:

    PAK: Dewlet kurdan ji xwe re dike hedef
    PAK li 5 bajaran konfransa Kurdistanê û Sykes-Picotê li dar dixe
    PAK: ‘Ji bo rawestandina şer bang li PKKê û dewletê kir'
    PAK: Li Kurdistanê qetlîam berdewam dikin
    PAK: ‘Azadiya Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzaniyê nemir’
    PAK: 'Li Kerkûkê êrişên li dijî pêşmergeyan karê Îranê ye'
    Heyeta PAK û ENKSê bi Rûsyayê re civiyan
    Etîketan:
    şer, pêşmerge, PAK, DAIŞ, Josh T. Jacques, Karaman Kemal Omer, Huseyn Yezdanpena, AMERÎKA, îran, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de