11:39 21 Îlon 2017
Zindî
    Balafira Tirkiyeyê

    Artêşa Tirkiyeyê: Hedefên PKKê hatin bombebarankirin

    © Foto: AA/ Orhan Akkanat
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1601

    Serfermandariya Artêşa Tirkiyayê ragihand ku balafirên şer ên tirk li herêmên Avaşîn, Basyan û Xakûrkê 3 hedefên PKKê bombebaran kirine.

    Enqere — Serfermandariya Artêşa tirk daxuyand ku îro di saetên 13:11 — 15: 34an de li ser agahiyên îstîxbaratî balafirên şer li herêmên Avaşîn, Basyan û Xakûrkê operasyona hewayî pêk anîtine û di encamê de jî 3 hedefên PKKê hatine bombebarankirine.

    Ji aliyê din ve fermandariyê eşkere kir ku li herêma Uzundereya Çelê jî balafirên şer li hemberî çeperên PKKê operasyon pêk anîtin.

    Herwiha hêj ji PKKê derbarê van êrişan de tu duxuyanî nehatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên tirk çeperên DAIŞê bombebaran kirin
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê Herêma Kurdistanê bombebaran kirin
    Gelo balafirên şer ên Rûsî vedigerin Hemedanê?
    Balafirên şer ên tirk li Colemêrgê êrişî çeperên PKKê kirin
    Etîketan:
    hedef, şer, bombebaran, balafir, PKK, Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê, Tirkiya, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de