09:35 24 Îlon 2017
Zindî
    artêşa tirk-leşkerên tirk-rojava-sînor

    Li ser sînorê Sûriyeyê şer: Birîndar hene!

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 294 0 0

    Hat ragihandin ku li nevçeya Elbeylîya bajarê Kilisê li ser sînorê Sûriyeyê şer derket û di encamê de gelek birîndar hene!

    Kilîs — Hat ragihandin ku li herêma Raiyê ya Sûriyeyê, şer û pevçûn dijwar bûne. Li navçeya Elbeyliyê ya Kilîsê jî, tevgera ambulans û navgînên bizirx zêde bûye.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gelek ambulans û navgînên bizirx hatine şandin bo herêmê.

    Herwiha hinek ambulans li ser sînor radiwestin û hinek bi lêdana sîrenê vedigerin. Tê ragihandin ku ambulansên vedigerin, birîndaran radikin.

    YILDIRIM: 'AGAHIYEK BI VÎ AWAYÎ HEYE'

    Di vê navberê de Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim beriya civîna Desteya Birêvebiriya Navendî ya AKPê pirsên rojnamegeran bersivand. Yildirim diyar kir ku derbarê hedefgirtina tangeke wan de agahiyek heye û got ku divê bê erê kirin.

    Yildirim herwiha diyar kir ku armanca Tirkiye ya operasyona Mertalê Feratê ewlekariya sînor ê başûr e.

    Bi heman mijarî:

    Tankên Tirkiyeyê ketin Raiyê
    Terorîstên DAIŞê dîsa ketin bajarokê Raî yê Helebê
    Serfermandariya Tirkiyeyê ji bo Kilîsê daxuyanî da
    Ji Sûriyê 3 moşek avêtin Kilîsê
    Walîtiya Kilîsê hinek herêm wek 'herêma ewlehiyê ya tabet' ragihand
    Moşekek avêtin Kilîsê!
    Etîketan:
    navgînên bizirx, ambulans, birîndar, Elbeyli, Raî, Kilîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de