17:41 23 Îlon 2017
Zindî
    Bulent Ersoy

    Ersoy: "Min 3 derbeyên leşkerî dîtin, lê wekî vê tiro viro min nedît"

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 110 0 0

    Hûnermenda navdar a Tirkiyeyê Bulent Ersoy derheqê hewldana derbeya leşkerî de ragihand ku min 3 derbe dîtin, lê wekî ya vê carê tiro viro min nedît.

    Navenda Nûçeyan — Hûnermenda navdar a Tirkiyeyê Bulent Ersoy derheqê hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de ragihand ku min heta niha 3 derbeyên leşkerî dîtin, lê wekî ya vê carê tiro viro min nedît. Ersoy bi rêya telefonê tevlî bernameya ez nebejim nabe (Söylemezsem Olmaz) ya kanala Beyaz TVyê bû û got: " Di jiyana xwe de ez bûme şahide 3 derbeyên leşkerî, lê tu derbeyê wekî ya vê carê ehmeqî û tiro viro nebû."

    Li pey FETO eqliyeteke din heye

    Ersoy di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li pey FETO/PDYê eqliyeteke din heye. Ew mirov bi tena serê xwe nikare van tiştan hemûyan bike. Ew eqliyeta li pey FETO jî Amerîkayê. Heta niha min 3 derbeyên leşkerî dîtin, tu derbe wekî ya vê carê ne bi ehmekî û tiro viro bû. Paşî ez gelekî tirsiyam ji bo ku ketine hemû deverê."

    Hûnermenda navdar hestên xwe yên şeva 15ê Tîrmehê bi van peyvan anî ziman: "Saet li derdora 03.00an ez li Serokomariyê geriyam û min pirsa Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir. Paşî ez bi sekretera taybet a Emine Erdogan re axivîm. "

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Heke di operasyonên FETO de şaşitî hatibe kirin..."
    Serokê Ragihandina Gelemperî ya Serokomariyê: "Operasyona FETO li me zîvirî"
    Kurtulmuş: "FETO, ji bo Amerîkayê jî tehdîd e"
    Dadgeha Bilind: "Endamên FETO wê ji terefê dadgehên serbixwe ve werin darizandin"
    'FETO tenê nikarîbû xwe li Dêrsimê birêxistin bikira'
    Etîketan:
    Hûnermenda navdar a Tirkiyeyê, Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Bulent Ersoy, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de