21:49 25 Îlon 2017
Zindî
    Berxwedana Neteweyî ya Sûriyeyê

    Berxwedana Neteweyî ya Sûriyeyê: Em ê Îskenderûn û Hatayê tev li axa Sûriyeyê bikin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 65 0 0

    Rêxistineke nû bi navê Berxwedana Neteweyî ya Sûriyeyê li Til Rifaatê hat damezirandin. Sekreterê Giştî yê Rêxistinê Rêzan Hido bi Sputnikê re diyar kir ku ew dijî perçebûna Sûriyeyê ne. Hido teqez kir ku Hatay û Îskenderûn perçeyên Sûriyeyê ne û ew ê van herdû bajaran tev li axa Sûriyeyê bikin.

    Navenda Nûçeyan — Berî demeke kurt li bakurê Helebê, rêxisitneke nû hat damezirandin ku kurd, ereb, tirkmen û elewî jî di nav de ne. Rêxistinê got ku ew li dijî perçebûna Sûriyeyê ne û ew ê tê bikoşin ta ku Hatay û Îskenderûnê vegerînin nava axa Sûriyeyê. Herdû bajarên navborî niha di nav sînorê Tirkiyeyê de ne, dê vegerînin nav axa Sûriyeyê.

    Sekreterê Giştî yê Berxwedana Neteweyî ya Sûriyeyê Rêzdan Hido bersiva pirsyarên Sputnikê da.

    Hido diyar kir ku berî demeke kurt, gelek hêz hatin ba hev û rêxistina bi navê Berxwedana Neteweyî ya Sûriyeyê(El mUqaweme Elweteniye El Sûriye) damezirand. Sekreterî wiha dewam kir: "Em li Helebê hatin damezirandin. Rêxistinên me li gelek deveran wek Heleb, Laziqiye, Idlib û Humsê hene. Mirov ji gelek herêman tev li me bûn. Ji her deverê Sûriyeyê xelk tev li me bûn. Hinek kesên ji dijberiyê û hinek ji alîgirên rejîmê jî tev li me bûn. Di serî de medyaya Tirkiyeyê û gelek medyayên din ragihand ku em girêdayî PYD û HSDê ne lê ev ne rast e. Ti têkiliya me bi me bi PYD, YPG û TEV-DEMê re tine. Herwiha ti têkiliya me bi PKK û Abdullah Ocalanî re jî tine. Polîtîkaya PYDê û ya me dijber in. Ti têkiliya me bi federasyona bakurê Sûriyeyê —Rojavayê re tine. Em rêxistineke Sûriyeyî ne. Di nav rêxistina me de, asûrî, ereb, kurd, tirkmen û gelek beşên din hene. Du armancên me hene. Ya yekem, têkoşîna li dijî perçebûna Sûriyeyê. Kî bixwaze Sûriyeyê perçe bike, em ê li dijî wî şer bikin. Em Sûriyeyeke demokrat dixwazin ku Tê de sunî, elewî, şîî û hemû beşên wê bi azadî di nav biratiyê de bijîn".

    ‘GAVA TIRKIYE KET CERABLSUÊ AXA SÛRIYEYÊ DAGIR KIR'

    Herwiha Hido teqez dike ku navçeya Îskenderûnê ya Hatayê beşek ji axa Sûriyeyê ye û wiha dibêje: "Gava Tirkiye ket Cerablusê axa Sûriyeyê dagir kir. Em vî tiştî napjirînin. Em ê Cerablus û Îskenderûnê jî rizgar bikin. Hatay û Îskenderûn axa Sûriyeyê ne. Divê Tirkiye xwe ji wan herdû bajaran bikişîne. Divê dîsa vegerin nava sînorê Sûriyeyê. Eger Tirkiye ji Cerablusê vekişin. Hatay û Îskenderûnê bide me, ti kêşeyên me û Tirkiyeyê namînin. Tirkiye cîrana me ye û em dixwazin têkiliyên baş bi tirkan re çêkin."

    Ji aliyekî din ve, Hido got ku ew li dijî DAIŞ û El-Nusrayê ne û wiha dewam kir: "Divê rêxistinên terorê ji Sûriyeyê bên derxistin. DAIŞ, El-Nusra û Artêşa Fetihê ji Sûriyeyê neyên derxistin, Sûriye dê azad nebe. Em ê li dijî rêxistinên terorê şer bikin".

    "EM AMADE NE BI RÛSYA Û AMERÎKAYÊ RE HEVDÎTINAN PÊK BÎNIN"

    Hidoyê ku dibêje çareseriya Sûriyeyê, encex siyasî be, wiha diaxive: "Ji bo çareseriya Sûriyeyê, çi ji destê me were, em ê bikin. Divê ev kêşe zûtirîn dem bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Eger em ji bo Cenevreyê bên vexwendin, em ê beşdar bibin. Kêşeya Sûriyeyê, ne tenê ya sûriyan e. Ev kêşeyeke navdewletî ye û em amade ne bi Rûsya û Sûriyeyê re hevdîtinan pêk bînin."

    Herwiha Hido helwesta Rûsyayê ya ji operasyona Tirkiyeyê li Cerablusê ku nîgeraniya xwe ragihandibû, wek helwesteke rast dinirxîne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiya derbarê operasyona Cerablusê de daxuyanî da
    Armanca operasyona Tirkiye ya Cerablusê dest xurtkirin e
    Karkamişî bi rizgarkirina Cerablusê kêfxweş bûn
    Çavuşoglu, di derbarê operasyona Cerablusê de agahî dane Lavrov
    Tirkiyê wesayitên bi zirx û tang şandin Cerablusê
    Leşkerên li Cerablusê birîndar bûbûn, anîn Dîlokê
    Etîketan:
    rêxistinên Sûriyeyê yên li dijî Tirkiyeyê, Berxwedana Neteweyî ya Sûriyeyê, YPG, PYD, Rêzan Hido, Amerîka, Til Rifet, Heleb, Tirkiye, Sûriye, Rûsya, Cerablus, Îskenderûn, Hatay
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de