04:17 21 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa tirk êrişî gundên Ezaz û Efrînê kir - Bombekirin

    YPG: Tirkiyê êrîşî Efrînê dike

    © Foto: AA/Izzet Mazi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    YPGê diyar kir ku artêşa tirk êrîş biriye ser gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî zanyariyên di malpera YPGê ya fermî de hatine belavkirin, leşkerên artêşa tirk duh di saetên şevê de bi çekên giran êrîş birine ser gundê Hemamayê. Di çend rojên dawî de li ser sînorê Kantona Efrînê û yê Tirkiyê de artêşa tirk gule bera ser hin deveran dabûn û di encamê de hin endamên YPGê û ‘Erka Xweparastinê' jiyana xwe ji dest dabûn. Serfermandariya artêşa tirk jî daxuyandibû ku piştî şervanên YPGê gule bera ser wan dane wan jî bersiva wan dane.

    DAIŞ Û KOALISYONA SÛRIYÊ JÎ ÊRÎŞ KIRIN

    Di daxuyaniya YPGê de herwiha behsa êrîşên li ser Şêxmeqsûdê jî tê kirin. Li gorî van daxuyaniyan komên bi ser Koalisyona Netewî ya Sûriyê ve girêdayî duh bi şev ji Ezazê bi topên hawanê û çekên giran êrîşî gundê Maranez ê yê Efrînê kirine.

    Herwiha heman koman li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê jî êrîşî şervanên YPGê kirine. YPGê diyar kir ku li gorî zanyariyên di destên wan de kesek ji wan komên êrîşkar hatiye kuştin.

    Di vê navberê de DAIŞê 9ê Îlonê saet di 01.00ê de êrîşî gundê Malhayê yê Şedadê kirine.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokatiya Efrînê: Berpirsiyarê êrişan koalisyona navneteweyî ye
    YPG / Artêşa Tirkiyeyê - "Li ser sînorê Efrînê şer"
    Artêşa tirk gundê Efrînê topbaran dike
    Hezar û 300 koçberên Cerablusê gihiştin Efrînê
    ‘Tirkiye wê navbera Kobanê û Efrînê bigire û herêmeke tampon ava bike'
    Etîketan:
    guleberdan, şer, êrîş, Artêşa tirk, Koalisyona Netewî ya Sûriyê, DAIŞ, YPG, Gundê Hemamayê, Şedad, Gundê Malhayê, Şêxmeqsûd, Heleb, Ezaz, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de