11:30 21 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    Bagci: "Li hemberî Tirkiyeyê tenê Pûtîn dilsoz derket"

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 73 0 0

    Hîndekarê Zanîngeha ODTUyê Prof. Dr. Huseyin Bagci ragihand ku di hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de tenê Serokê Rûsyayê Pûtîn dilsoz derket.

    Navenda Nûçeyan - Hîndekarê Zanîngeha ODTUyê Prof. Dr. Huseyin Bagci helwesta NATO ya li hemberî Enqereyê rexne kir û ragihand ku di hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de tenê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dilsoz derket, jixwe mirovtiya dewletî jî wiha ye.

    Huseyin Bagci di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ‘Tirkiye ji tifaqê dernakeve û divê dernekeve.' Lê hê jî ew dilgiraniya Tirkiyeyê ya li hemberî NATOyê berdewam e. Wekî hemû derbeyên din agahiya NATOyê ji vê derbeya 15ê Tîrmehê jî hebû. Siyaseta NATO wekî ya Ewropayê ka ‘em bisekinin û bibînin' şaş bû."

    Alema îslamî wekî Pûtîn dilsoz derneket

    Bagci di berdewamiya axaftina xwe de got: "Alema îslamî, NATO û Yekîtiya Ewropa li hemberî Tirkiyeyê wekî Serokê Rûsyayê PûtÎn dilsoz derneket. Lewma di vî warî exlaqî de tu ferq di navbera alema îslamî, NATO û Yekîtiya Ewropayê de tuneye. Di têkiliy3en navneteweyî de ne exlaq berjewendî heye, ev kar wiha ne."

    Serdana NATO ya Enqereyê deranîna gunehan e

    Hîndekarê Zanîngeha ODTUyê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji sala 1952an û vir ve ev cara yekemîn e ku şikesteke wiha diqewime. NATO şaşî kir û xwedîtî li nirxê xwe nekir. Serdana Sekreterê Giştî yê NATOyê ji bo deranîna gunehan e. Divê NATO têkeve ezmûna telafîkirinê."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan ji bo Sûriyeyê hevdîtin pêk anîn
    Kalin: "Erdogan bi Pûtîn û Obama re dîsa mijara Helebê axivî"
    Ji Kremlînê derheqê hevdîtina Pûtîn, Erdogan û Esad de daxuyanî
    Pûtîn, dê Erdogan û Esad li Moskovayê bîne cem hev
    Saeta hevdîtina Pûtîn û Erdogan diyar bû
    Etîketan:
    Yekitiya Ewropayê, Dilsoziya Pûtîn li hemberî Erdogan, NATO, Hîndekarê Zanîngeha ODTUyê, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Huseyin Bagci, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de