12:43 25 Îlon 2017
Zindî
    azmûn-xwendevan-rojava-ciwan

    Xwendekarên Helebçeyê dest bi boykotê dikin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Xwendekarên Helebçeyê ji ber mesrefa giran ya xwendinê wê dibistanê boykot bikin.

    Helebçe — Hiumeta Kurdistanê buheyê mayîna wargehên xwendekaran wekî 100 hezar dînar eşkere kir. Ev yek ji aliyê xwendekaran ve bû sedema bertekan û xwendekaran biryar dan ku vê biryara hikumetê protesto bikin û dibistanê boykot bikin.
    Xwendekarên Zanîngeha Helebçeyê amaje dikin ku ew li dijî buhayên wargehan in û lewma jî dixwaz in derbarê vê yekê de hikumet guh bide daxwazên wan.

    100 hezar dînar bo xwendevanên Kurdistana ku qeyrana aborî lê heye, gelekî zêde ye û sedem vê yekê bi dehan xwendekar heta niha dev ji xwendinê berdane. Tê gotin ku ev yek di nava civaka Kurdistanê de wê bibe sedema keraseteke mezin.

    Di nûçeya Rojnewsê de xwendevan eşkere dikin ku hikumeta heta niha ti gavên cidî navêtine lewma jî wan biryar daye ku dibistanê boykot bikin û gelek xwepêşandanan lidar bixin. Herwiha dema ku merc neyên başkirin wê bi dehan xwendevan dev ji xwendinê berdin.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Îzmîrê 9 xwendevan hatin binçavkirin
    Kurdekî rojhilatî ku xwendevan bû, bi sedema nebûna pera xwe kuşt
    Dêrsim: '9 xwendevan hatin binçavkirin'
    Etîketan:
    qeyrana aborî, wargehên xwendevanan, dibistan, boykot, xwendevanên kurd, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de