17:45 23 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Milîtanên li Lezqîyê ji ber Artêşa Sûriyeyê vekişiyan Idlibê

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
    0 2010

    Milîtanên li eniya Lezqiyeyê xwe li ber êrişa hêza Artêşa Sûriyeyê negirtin û dev ji çeperên xwe yên strajîk berdan û vekişiyan herêma Idlibê.

    Lezqiye — Milîtanên grûbên terorîst ên li eniya Lezqiyeyê xwe li ber êrişa hêza Artêşa Sûriyeyê negirtin û dev ji çeperên xwe yên strajîk berdan û vekişiyan herêma Idlibê û ketin ber hikmê topbarana çeperên Artêşa Fethê.

    Fermandarekî Artêşa Sûriyeyê ku operasyonên rojavayê Lezqiyê birêve dibe di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku me bi piştgiriya êrişên topên hawanan û bombebarana balafirên şer milîtanên terorîst ji rojavayê Lezqiyê deranîn.
    Milîtanan xwest parastina Kinsabbayê bişkînin lê bi ser neketin

    Fermandarê artêşê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Milîtanên terorîst gelekî hewldan ku parastina bajarokê Kinsabbayê ku çend roj berê ketibû destê hêzên hikumetê bişkînin, lê ev tevgera wan jî vala derket û bi ser neketin.

    Mijar:
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê li Helebê ew herêma girîng dîsa bidest xist
    Artêşa Tirkiyeyê bakurê Sûriyeyê bombebaran dike
    YPG û Artêşa Sûriyeyê girtî pev guhertin
    Operasyona Cerablusê dest pê kir: Artêşa Tirkiye derbasî Sûriyeyê bû"
    Artêşa Sûriyeyê li Hesekê operasyonên xwe yên hewayî didomîne
    Etîketan:
    Grûbên Terorîst, Artêşa Sûriyayê, Lezqiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de