20:24 24 Îlon 2017
Zindî
    Hakan Fidan

    Cîgirê Hakan Fidan ê berê ji FETOyê hat girtin

    © Flickr/ AA/Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Basri Aktepeyê ku saziya Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TIB) ava kir û paşî ji wir derbasî MÎTê bû û ji doza FETOyê hat girtin.

    Enqere — Basri Aktepeyê ku saziya Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TIB) ava kir û paşî ji wir derbasî MÎTê bû di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY) hat girtin.

    Aktepe, herî dawî dema wekî mirovê herî nêzîk ê Hakan Fidan wezîfe dikir di serdama 17-25ê Berfenbarê de ji wezîfeyê aktîf derbasî peywireke pasif bibû.

    Îmamên FETO hatin binçavkirin

    Li gorî nûçeya Milliyetê, dozgeriyê di nava hefteya borî de bi sedema ku hinek îmamên FETOyê di nav polês û saziya ewlehiyê de hene derheqê 129 kesan de biryara binçavkirinê dabû. Piştî biryara dozgeriyê tîmên Midûriyeta Ewlehî ya Enqereyê dest bi girtina kesên ku navê wan di lîsteyê de hebûn kir. Di nava 129 kesên ku hatin binçavkirin de Basri Aktepeyê ku TIB avakiribû û paşî derbasî MÎTê bibû jî hebû. Aktepe, piştî kare dozgeriyê ji terefê dadgehê ve bi tohmeta ku endamê FETO/PDYê ye biryara girtinê lê birîn û şandin girtîgehê.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Heke di operasyonên FETO de şaşitî hatibe kirin..."
    Kurtulmuş: "FETO, ji bo Amerîkayê jî tehdîd e"
    'FETO tenê nikarîbû xwe li Dêrsimê birêxistin bikira'
    Di lêpirsîna FETO de ji bo 50 bijîşkan daxwaza girtinê
    HSYKê dadgerên ku 'meleyê FETO' serbest berdan, ji kar dûrxistin
    Etîketan:
    Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), MÎT, Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TIB), Basri Aktepe, Hakan Fidan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de