01:22 26 Îlon 2017
Zindî
    Polîsan li Amedê destûr neda çalakiya mamosteyan

    Polîsan li Amedê destûr neda çalakiya mamosteyan

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li Amedê mamosteyên ku dixwestin biryara jikardûrxistinê ya Wezareta Perwerdeya Tirkiyê protesto bikin, rastî mudaxeleya polîsan hatin.

    Amed — Endamên Sendîkeya Mamosteyan Egitim-Senê li Amedê xwestin li ber Midûriyeta Perwerdeya Bajêr biryara avêtina ji kar a Wezareta Perwerdeya Tirkiyê protesto bikin. Mamosteyan xwestin ku bikevin baxçeyê Midûriyetê. Lê polîsan destûr neda mamosteyan û wan jî li hemberî avahiya Midûriyetê dest bi xwendina daxuyaniyê kirin. Di vê esnayê de polîsan bi xaza rondikşewitandinê û ava şid mudaxeleyî wan kir.

    Di encama mudaxeleyê de zêtedirî 40 mamoste hatin desteserkirin. Li gorî nûçeya JINHAyê Sekreterê Şaxê Amedê yê Egitim Sen ê Nuri Ozdemir di dema mudaxeleya polîsan de ji serê xwe derbe xwariye û bi giranî birîndar bûye. Ozdemir bi ambulahsê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî. Herwiha polîsan rojnameger jî astengkirin ku mudaxeleyê bişopînin.

    Wezareta Perwerdeya Tirkiyê derbarê 11 hezar û 285 mamosteyan de biryara jikaravêtinê standibû. Derkete holê ku 4 hezar û 300 mamoste li Amedê ji kar hatine avêtin û 418 ji wan jî li Dêrsîmê ji kar hatine dûrxistin.

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrsimê 418 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    11 hezar mamoste bi îdiaya têkiliya wan bi PKKê re heye ji kar hatin avêtin
    Li Wanê 4 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    Bi bahaneya 'heqareta li Erdogan' 2 mamoste hatin girtin!
    Baroya Dîlokê: ‘Mamoste Ayşe ne bi tenê ye, em jî hevparê sûcê wê ne’
    Etîketan:
    jikaravêtin, polîs, mudaxale, mamoste, Midûriyeta Perwerdeyê ya Amedê, Wezareta Perwerdeya Tirkiyê, Egitim-Sen, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de