17:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Mîlîtanên El Nûsrayê

    El Nûsra, kuştina fermandarê xwe serast kir

    © REUTERS/ Mohamad Bayoush
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Yek ji fermandarê herî bilind ê Fetih El Şamê (El Nûsra) Ebû Omer Sarakibi duhî bi şev li çoltera Helebê di operasyoneke balafiran de hatibû kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Yek ji fermandarê herî bilind ê Fetih El Şamê (El Nûsra) Ebû Omer Sarakibi duhî bi şev li çoltera Helebê di operasyoneke balafiran de di baregeheke leşkerî de hatibû kuştin. Rêxistinê kuştina fermandarê xwe serast kir.

    Dibe ku Sarakibi di encama êrişên Amerîkayê de hatibe kuştin

    Fetih El Şamê di daxuyaniya xwe de ragihand ku "Ebû Omer El Sarakibi li çoltera Helebê hat kuştin. Heta niha em nizanin bê operasyona hewayî ji terefê balafirên kîjan welatî ve hatiye kirin. Lê li gorî çavkaniyekî ji mûxalifên dibe balefirên Amerîkayê bin."

    Ebû Omer El Sarakibi, piştî ku El Nûsra ji El Qaîdeyê veqetiya û navê xwe wekî Fetih El Şam guherand di avakirina rêxistinê de cih girt. Sarakibi di 2003an de tevlî milîtanên cihadîst bû û li Iraqê li dijî Amerîkayê şer kir û paşî ji wir jî derbasî Sûriyeyê bû.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye û Rûsyayê hedefên El Nûsra yên Helebê bombebaran kirin
    Erdogan: Ji bo çi piştgiriya PYDê tê kirin, ji bo çi el Nûsra teror e
    El-Qaîde: El -Nûsra bo dewamiya şer çi ji dest bê wê bike
    Rûsya: "Di êrişa El Nûsra ya Helebê de zêdetirî 30 sivîlî hatin kuştin"
    El Nûsra li ser sînorê Tirkiyeyê bajarokek bi dest xist
    Etîketan:
    Kuştina fermandarê El Nûsrayê, Eniya Fetih El Şamê, Ebû Omer Sarakibi, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de