10:18 20 Îlon 2017
Zindî
    Hilbijartina Rûsyayê

    Welatiyên rûsî yên li Tirkiyeyê ji bo hilbijartina parlamentoyê dest bi dengdanê kirin

    © Sputnik/ Maria Sibiryakova
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Hemwelatiyên rûsî ku li Tirkiyeyê dimînin ji bo hilbijartina parlamentoya Rûsyayê ya 18ê Îlonê li bajarê Îzmîrê dest bi dengdayînê kirin.

    Navenda Nûçeyan — Balyozxaneya Rûsya ya li Enqereyê di hisabê xwe yê Twitterê de ragihand ku hemwelatiyên rûsî eleqeyeke mezin nîşanî dengdayîna bajarê Îzmîrê dan.

    Her wiha ji bo hilbijartina parlamentoya Rûsyayê wê li bajarê Bursa û li navçeya Alanya ya Antalyayê navendên hilbijartinê werin danîn.

    Endamê Komîteya Hilbijartina Navendî ya Rûsyayê Vasîliy Lihaçev çend roj berê ragihandibû ku ji bo hilbijartinên parlamento yên Rûsyayê wê li nûneriyên dîplomatîk ên bajarê Enqere, Stenbol, Antalya û Trabzonê sindoqê dengdanê werin danîn. Di meha îlonê de gelek welatiyên rûsî ji bo geştyarê serdana Tirkiyeyê dikin û li gorî pêşbîniyên welatî dê eleqeyeke mezin nîşanî dengdayînê bidin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Li Sûriyeyê agirbest 7 caran hat îhlal kirin
    Rûsya: Lavrov û Kerry wê sibe li hevdu bicivin
    Rûsya: Li Sûriyeyê 9 herêmên din beşdarî agirbestê bûn
    Rûsya: Balafirên sîxuriyê yên Amerîkayê xwestin nêzîkê sînorên me bibin
    Canikli: Her ku diçe Tirkiye û Rûsya hîn nêzîkê hevdu dibin
    Etîketan:
    Hilbijartina Parlamento ya Rûsyayê, Endamê Komîteya Hilbijartina Navendî ya Rûsyayê, Balyozxaneya Rûsya ya li Enqereyê, Vasîliy Lihaçev, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de