09:41 21 Îlon 2017
Zindî
    Jens Stoltenberg

    NATO: "Em ji pêşveçûna têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê kêfxweş in"

    © AP Photo/ Virginia Mayo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku em ji pêşveçûna têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê kêfxweş in.

    Enqere — Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di serdana xwe ya Enqereyê de bersiva pirsên kanala NTVyê dan. Di bersivdayîna Stoltenberg de xalên ku derketine pêş wiha ne:

    *NATO, hebû xwe li Tirkiyeyê zêde kir.

    *Em ji pêşveçûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê kêfxweş in.

    *Li hemberî DAIŞê divê em hêzên herêmî perwerde bikin.

    Em piştigirya Tirkiyeyê dikin

    *Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi çend saetan min bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re bi rêya telefonê axivîm. Min jê re jî got em vê êrişa li dijî demokrasiya Tirkiyeyê şermezar dikin û em piştgiriya we dikin. Li hemberî vê helwesta gel ku dakete kolanan û li dijî derbekaran sekînî şaş mam. NATO, di rojên teng û zor de wê tim li kêleka Tirkiyeyê be û piştgiriya wê dê bike."

    Mafê Tirkiyeyê yê parastinê heye

    *Em tekoşîna Tirkiyeyê ya li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Mafê Tirkiyeyê yê parastinê heye. NATO û hêzên koalîsyonê piştgiriyê didine. Em ê piştgiriya xwe ya li dijî DAIŞê de bidomînin.

    Bi heman mijarî:

    Biden: ‘NATO hêza xwe ya li sînorê Rûsyayê zêdetir dike'
    Belçîka: Bila têkiliyên rûs û tirkan bikeve roja NATO û YEyê
    NATO: "Mijara endamtiya Tirkiyeyê ne cihê nîqaşê ye"
    Çavûşoglû: Peywendiyên bi Rûsyayê re ne alternatîfên NATO û YEyê ne
    NATO dê 10 hezar leşker sewqî Polonyayê bike
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de