11:22 24 Îlon 2017
Zindî
    Kilis

    Dîsa moşek li bajarê Kilisê ket

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Îro berê sibehê moşekeke ku ji aliyê sînorê Sûriyeyê hat avêtin li herêma Tirbeya Şêx Mihemed ket. Di bûyerê de tu ziyanê giyanî pêk nehat.

    Kilis - Îro berê sibehê moşekeke ku ji aliyê sînorê Sûriyeyê hat avêtin li herêma Tirbeya Şêx Mihemed ket. Di bûyerê de tu ziyanê giyanî pêk nehat.

    Moşeka ku îro berê sibehê ji aliyê sînorê Sûriyeyê hat avêtin li taxa Bolukê li herêma Tirbeya Şêx Mihemed li erdeki vala ket. Di bûyerê de tu zirara can û malî çênebû, lê cihê ku moşek lê ket guncaleke mezin vekir. Hêzên ewlehî herêma bûyerê dorpêç kirin û perçeyên moşekê ji bo lêkolînê şandin krîmînalê.

    Piştî ketina moşeka li bajarê Kilisê hêzên Artêşa Tirkiyeyê ku li sînor bi cih bûne bi tank û firtinayên obus hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin topbarankirin. Li bajarê Kilisê heta niha ji ber moşekên ku li bajêr ketine 22 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan sivîl ku jin, zarok û extiyar jî di nav de birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Moşeka ku li Kilisê ket bû sedema mirina zarokekî
    Sewqiyata leşkerî ji bo bajarê Kilisê dewam dike
    Endamên AASê ku li Sûriyeyê birîndar bibûn li Kilisê têne dermankirin
    3 guleyên moşekan li bajarê Kilisê ketin
    Moşekeke katyuşayî din li bajarê Kilisê ket
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Dîsa moşek li Kilisê ket, Kilis, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de