14:42 19 Îlon 2017
Zindî
    Alp Altinors

    Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê hatin binçavkirin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Hat ragihandin ku Cîgirê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Alp Altinors, li mala xwe bi serdegirtinê hat binçavkirin.

    Enqere — Hat ragihandin ku Cîgirê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Alp Altinors, li mala xwe bi serdegirtinê hat binçavkirin.

    Cîgirê Hevserokê HDPê Alp Altinors hat binçavkirin. Bi hinceta ku tevlî merasîma cenazeyê Zakir Karabulut bû ku di komkujiya 10ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Tokatê de hat binçavkirin.

    Polêsên Midûriyeta Ewlehî ya Enqereyê duhî bi şev avêtin ser mala Altinors a li Enqereyê û piştî lêgerîna du saetan a li malê Altinors hat binçavkirin. Altinors birin Midûriyeta Ewlehî ya Bajêr. Li gorî zanyariyên berdest wê Altinors bişînin Tokatê.

    Bi heman mijarî:

    3 rêvebirên DBPê yên navçeya Malazgirê hatin binçavkirin
    Li navçeya Sûra Amedê 24 kes hatin binçavkirin
    Li bajarê Erziromê operasyon: 40 kes hatin binçavkirin
    Li Dîlokê operasyona DAIŞê: 24 kes hatin binçavkirin
    Hevserokê DBPê yê Melazgirê Murat Kiziltaş hat binçavkirin
    Etîketan:
    Polêsên Midûriyeta Ewlehî ya Enqereyê, Dozgeriya Komarê ya Tokatê, Cîgirê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gel (HDP), Alp Altinors, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de