15:53 20 Îlon 2017
Zindî
    Licê

    Li 13 gundên Licê û Hênê derketina derve hat qedexekirin

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 62 0 0

    Li 13 gundên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê derketina derve hat qedexekirin. Tê payîn ku li van gundan operasyona leşkerî destpê bike.

    Amed - Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li 13 gundên navçeyên Licê, Hênê û Karazê yên Amedê derketina derve hetanî daxuyaniyeke din qedexebûye.

    Li 8 gundên Licê, 3 gundên Hênê û li 2 gundên Karazê derketina derve hat qedexkirin. Tê gotin, wê li van gundan operasyona leşkerî destpê bike.

    Hetanî banga duyemîn

    Walîtiya Amedê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo can, mal û ewlehiya hemwelatîyan hetanî bangekeke duyemîn bila tu kes li van herêmên ku hatine qedexekirin dernekeve û dema qedexe qediya em ê bi bangeke duyemîn raya giştî agahdar bikin.

    Bi heman mijarî:

    Qedexe li Sêrtê hate dirêjkirin
    Li gelek deverên Elezîz û Colemêrgê qedexe hatin ragihandin
    Li 20 herêmên Çewlêkê qedexe hate ragihandin
    Li herêma navçeya Licê qedexe hat rakirin
    Li Şemzînanê bo 3 rojan qedexe hate ragihandin
    Etîketan:
    Qedexeya Derketina Derve, Walîtiya Amedê, Hênê, Licê, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de