04:27 24 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş

    Demirtaş bersiva Binali Yildirim da: Em ê çawa biçin an jî neçin, ne karê serokwezîr e

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş li ser gotina Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ya "ger dadgeh bangî wan dike, bixwazin jî nexwazin jî ew ê herin" bersiva da Yidirim û got "em çawa biçin an çawa neçin, ne karê serokwezîr e."

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîr Yildirim li Enqereyê li civîna bi waliyên 81 bajaran re, Selahattin Demirtaş jî di nav de ji bo HDPyiyên ku ji îfadedayinê bang lê hatibûn kirin, gotibû "hîn bûyerên 6 û 7ê cotmehê disekinin, ew ê rabin û hesabê van bidin. Ger dadgeh bangî wan dike, bixwazin jî nexwazin jî ew ê biçin."

    Li ser van gotinên Yildirim Hevserokê Giştî yê HDPê Demirtaş berê civîna Lijneya Rêveberiyê ya Navenda Partiya xwe bersiva pirsên rojnamegeran da û got "dadgeh teblîxatan dişînin û helwesta me diyar e. Ger ku biryara anîna bi zorê bidin jî, pêkanîna vê jî hêzên ewlehiyê girê dide. Erk a dadgehê ye, ne ya serokwezîr e."

    ‘EV NE KAR Û NE JÎ PEYWİRA SEROKWEZÎR E'

    Demîrtaş wisa dewam kir "em bixwazin biçin, nexwazin biçin an bi awayekî din em ê biçin, ev ne kar û ne jî peywira serokwezîr e. Di bûyerên 6 û 7ê cotmehê yên Kobanê de zêdetirî 50 welatiyên me hatin qetil kirin û ji wan 45 kes jî HDPyî bûn. Serokwezîr beg van ji bîr dike û hewl dide ku bide ji bîr kirin. 45 HDPyî bi taybetî bi daxwaza we hatin qetil kirin."

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş bi nûnerên YEyê re hevdîtin kir
    Ji ber gotina ‘Em PKKê terorîst nabînin', giliyê Demirtaş hate kirin
    Serdozgeriyê ji bo îfadeyê bang li Demirtaş kir
    Firatê HDPyî: Divê Demirtaş baldartir be
    Îdianameya derbarê Demirtaş de hate qebûlkirin
    Etîketan:
    çawa, îfadedayîn, kar, çûn, bang, dadgeh, Hevserokê Giştî yê HDPê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Selahattin Demirtaş, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de