17:33 26 Îlon 2017
Zindî
    Hrant Dink

    Dîmenên nû yên Ogun Samast ê kujerê Hrant Dînk derketin holê

    © Foto: AA/Ahmet Bolat
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Piştî 9 salan dîmenên Ogun Samast ê ku bi sûîqesdê Gerîndeyê Giştî yê berêyê Rojnameya Agosê Hrant Dînk kuşt, yên li Miduriyeta Ewlekariyê ya Samsûnê derketin holê.

    Navenda Nûçeyan — Dîmen ji aliyê Kanal 24ê ve hatin weşandin û di wan dîmenan de Ogun Samast bi çend kesan re li çayxaneya Şaxa Têkoşîna bi Terorê re tê dîtin.

    Di dîmenan de tê dîtin ku Samast li Miduriyetê wek qehremanan tê pêşwazî kirin. Kesên li cem Samast jê re dibêjin "ji bo wênegirtinê pozekî bide! Him jî b iken bide! Pozekî xweş bide!" û bi wî re wêne digirin.

    Gava ku ji Samast dipirsin û dibêjin berê kuştinê tu çûyî ku û çi kir, yek li wir jê re dibêje "şêrê min, eferin Ogun."

    Bi heman mijarî:

    Ji ber kuştina Hrant Dînk 3 kesên din hatin desteser kirin
    Di lêpirsîna kuştin a Hrant Dînk de serbazek hat girtin
    Ji ber lêpirsîna kuştina Hrant Dînk 5 kes hatin desteserkirin
    Bi hezaran kes li ber Agosê Hrant Dînk bi bîr tînîn
    Etîketan:
    weşandin, kujer, dîmen, Miduriyeta Ewlehiyê ya Samsûnê, Gerînendeyê Giştî yê berêyê Rojnameya Agosê, Hrant Dink, Ogun Samast, Samsûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de