19:45 25 Gulan 2018
Balafirên rûsyayê li Hmeymima Sûriyeyê

Gelo balafirên şer ên Rûsî vedigerin Hemedanê?

© Foto: Wezareta Parastina Rûsyayê
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
0 0 0

Siyasetzanê Îranî Mustafa Azeriyan di derbarê hevkariya leşkerî ya di navbera Îran û Rûsyayê de diyar kir ku Tehran û Moskova xwediyê armanceke hevpar e û Tehran wê baregeha Hemedanê ji bo balafirên Rûsî ji nû ve veke.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ajansa ILNAyê Cîgirê Serok ê Meclîsa Îranê Mesut Pezeşkiyan got "ji bo lêdana hedefên li Sûriyeyê bikaranîna baregeha hewayî ya Hemedanê ji aliyê balafirên Rûsyayê ve, teqez bi destûra Ayetullah Xamaneyî bû."

Siyasetzanê Îranî Azeriyan di derbarê vê mijarê de diyar kir ku Îran ji bo peydakirina sotemeniyê û kirina sortiyan bêguman wê baregeha xwe ji bo balafirên Rûs veke û got "Ji berk u Moskova û Tehran di derbarê Sûriyeyê de xwediyê heman armancê ne. Ev armanc, tunekirina terorîstan û pêşîlêgirtina terorîstan e, da ku nekevin welatên din ên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn."

Azeriyan balkişand ser ku li Sûriyeyê pêwistiya pisporên leşkerî yên Îranê bi piştgiriya hewayî heye û got "tenê vê piştgiriyê jî balafirên Rûsî dikare bide wan."

Mijar:
Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)

Bi heman mijarî:

Îran: Me tenê ji bo baregeha Hemedanê destûr daye balafirên Rûs
Balafirên şer ên Rûsyayê li Palmîrayê li çeperên DAIŞê dan
Dibe vê hefteyê balafirên charter ên Rûsyayê dest bi firînên Tirkiyeyê bikin
Balafirên bêmirov ên Rûsyayê dîmenên TIR ên ku çek ji Tirkiyayê dibirin Sûriyayê kişand
Balafirên Rûsyayê bombe barandin: 100î zêdetir terorîst hatin kuştin
Etîketan:
vegerîn, destûr, balafir, Cîgirê Serok ê Meclîsa Îranê, Baregeha Hamedan a Îranê, Mustafa Azeriyan, Mesut Pezeşkiyan, Ayetullah Xamaneyî, Tehran, Moskova, Sûriye, Rûsya, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de