Navenda Nûçeyan - Qasimî ragihand ku nabe Tirkiye bê destûra Sûriyeyê têkeve nav axa wê û wiha dewam kir: "Nabe ne hikûmeta Tirkiyeyê û ne jî aliyekî din, êrîşî ser yekîtî û aştiya herêmî ya dewleteke din bike bê ku destûrê ji hikûmeta wê ya navendî bistîne."
Li gorî agahiyên Rûdawê kuy vedigerîne çapemeniya îranî, berdevkê îranî teqez kiriye ku divê welatên herêmê li dijî terorê şer bikin bê ku dupîvaniyê bikin ku bêistiqrarî aniye herêmê û ewlehiyê lê nehiştiye û wiha dewam kir: "Di van salên dawî de, gelek terorîst li Sûriyeyê vehewiyan û gelek tundûtûjî çêbû ku gelek zarok hatin kuştin û bingehên dewletê hatin wêrankirin".Ji aliyekî din ve, ajansa fermî ya Îranê ÎRNAyê ragihandibû ku Qasimî berî çend rojan heman tişt gotibûn ku divê hemû welat li hemberî yekîtiya axa Sûriyeyê û serweriya wê bi rêz tevbigerin û gotibû "bêguman divê bi terorîzmê re têkoşîn were meşandin û ji bo ewlehiya herêmê hewldan were dayîn lê divê ev nebe sedem ku bêyî destûra welatekî derbasî wî welatî bibe û bêyî koordîneya wî welatî operasyonên leşkerî li wir were lidarxistin."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)